Taharê Biro jiyan û berhemên wî

Taharê Biro nivîskar û wêjevanekî Kurd e. Malbata Tahirê Biro di sedsala 19an de ji ber zilm û komkuştina Roma Reş ji herêma Qersêrevîne û çûne Ermenistanê li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî binecih bûne û li wir jiyana xwe domandine. Tahirê Biro jî di roja 21ê meha berfanbara sala 1923yê de li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî ji dayik bûye. Piştî sê mehan ji dayikbûna Tahirê Biro Malbata wan dîsa mala xwe bardikin diçin bajarê Tîflîsa Gurcistanê û li wir cîwar dibin. Tahir li wir di nav zarokên bajarî de mezin dibe, û li wir destpê xwendinê dike. Di sala 1948an de jî koleja mamostetiyê diqedîne û di heman salê de dizewice, paşê li balafirgeha Gurcîstanê dest diavêje hînbûna teknîkî û derbasî Ûkraynayê dibe.

Xebatên Wî

Tahirê Biro di temenê xwe yê 18an de dest davêje Wêjeya Kurdî û pirtûka xwe ya pêşîn di sala 1954an de bi helbestên zimanê Kurdî diweşîne her wiha bi zimanên wek Rûsî, Gurcî, Ukraynî, Ermenî û Azarbeycanî jî helbestan dinivîse her wiha dîsa di rojnameya Riya Teze de nûçevaniyê jî dike. Ev kesayetê têr û tije di sala 1967an de bi zimanê Kurdî şanoyeke bi navê Memê û Eyşê dinivîse û diçapîne.

Berhemên Wî

  • Berhevoka Stranên Kurdî 1953,
  • Şîz û Pêcema kurdan 1956,
  • Kilamê Ciwanan 1957,
  • Rojnama Riya Teze 1958,
  • Mêvjema û Çîrok 1959,
  • Poetê Kurdên Sovyetê 1962,
  • Bahara Me 1964,
  • Distrirê Sazê Min 1966,
  • Memê û Eyşê Şano 1967,
  • Bin Tava Gurcistanê de 1972,
  • Pîonezê Alagîzê 1975,
  • Kevya Kaniya Zelal 1977,
  • Sîmê Tembûra Kurdî 1986

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !