Rênas Jiyan helbestkar, nivîskar û ramanger. Bi navê wî yê din Zubeyir Avci, di sala 1974’an de li Qoserê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê temam kir, zanîngehê li Amedê xwend.
Li Zanîngeha Dîclê Fakulteya Perwerdahiyê Beşa Mamostetiya Seretayî xwend. Piştî zanîngehê qedand dest bi mamostetiyê kir. Di sala 1992’yan û 2002’yan de hat girtin. Piştî girtina 2002’yan hat sirgûnkirin. Dev ji karmendiya dewletê berda. Kovara Çirûskê derxist, weşanxaneya Belkî’yê vekir û ekola Çirûskîzmê ava kir.
Berhem:
Janya, Helbest, Weşanên Doz, 1999
Mexzena Xwînê, Helbest,Weşanên Belkî, 2003
Di Tuvaletê de, Şano, Weşanên Belkî, 2006
Ji Şevê Re, Cerribîn-Rexne, Weşanên Belkî, 2008
Çirûskîzm, Teorî-Felsefe, Weşanên Belkî, 2012
Qertên Zimên – Dil Kartları, Zimanzanî, Weşanên Belkî, 2012
Diêşiya, Helbest, Weşanên Belkî, 2013
Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardehderb, Analîz, Weşanên Belkî, 2015
Spîtama, Roman, Weşanên Belkî, 2016
Ponîjîn, Raman, Weşanên Belkî, 2016
Dîn û Şîn, Helbest, Weşanên Belkî, 2016
Bacanên Pelçiqî, Roman, Weşanên Belkî, 2017
Stranên Sor Niviştên Mor, Roman, Weşanên Belkî, 2018