Evdila Demirbaş

Jiyana Abdullah Demirbaş

Evdila Demirbaş (bi tirkî: Abdullah Demirbaş) berê; şaredarê Surê ya Amedê ye.

Abdullah Demirtaş di sala 1966an de li bajarê Diyarbekirê, li navçeya Licê, li gundê Sîsê ji dayîka xwe bû ye. Wî dibistana sereaytê li Amedê li dibistana Silêman Nazîf, paşê li Elî Emiriyê, li dibistana amadehiye karbendê û li Elezîzê jî di Zanîngehê de beşa Fen û Edebîyatê xwendîye. Ji sala 1990’î û heta sala 2004’an di nava xebata sendîqeya mamostan de ye. Di nava Egit-Sen û Egit-Birsenê de çalak e. Hem li Mêrdînê û hem jî li Amedê serokatiya wan kirîye. Wî ji sala 1987’an heta sala 2000’î mamostetiya felsefê kirîye. Di dema mamostetiya xwe de du caran nefî bûn dibe û ji sedemê doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo zarokên kurdan dike, ji mamostetiyê tê avêtin.

Di hilbijartina 2004’an de wek serokê Şaredariya Sûrê tê hilbijartin. Demirbaş, di dema serokatiya şaredariyê de jî bi xebatên xwe yên ji bo parastina çanda kurdî û di xebatên şaredariyê de bikar anîna zimanê kurdî bala dewletê dikşîne û niha jî di derbarê wî de 12 lêpirsîn hatine vekirin, hin ji wan hê jî tên meşandin. Demirbaş ji bo kar û barên xwe yên şaredariyê û xebatên ziman û çandî gelek xelat jî wergitine.

Di 14’ê pûşperê 2007’an Dadgeha Dewletê ya Bilind a Tirkiyê bi sedema bîryara Şaredariya Sûrê ya Di kar û xebatên şaredariyê de pir zimanî Şaredarê Sûrê ya Amedê birêz Abdullah Demîrbaş ji erkê girt û civaka Şaredariya Sûrê felişand. Dadgehê bîryara xwe weha aşkere kirî bû: Serokê Şaredariya Surê Abdullah Demirbaş, bîryara şaredariyeke pir zimanî daye. Ev bîryara pir zimanî ya şaredariyê li dijî qanunên Tirkiyê ye, li dijî qanûna bingehîn a Tirkiyê ye û Tirkiyê perçe dike.

Xelatên Ku Girtiye

  • Xelata Seqizê
  • Xelata Wezareta Rewşenbirî a herêma Kurdistanê
  • Xelata şaredariyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat
  • Xelata Dîaloga Dêrên Katolîk û Ortodoks
  • Xelata Feqî Husên Sagniç

û gelek xelatên din wer girtiye.

Şaredariya Sûrê di bin serokatiya wî de bi Şaredariya Dihokê û bi Şaredarîyek îspanî rê bû ye xwîşk û bira.

Çavkanî

  • Hevpeyivîn bi serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş rê; NETKURD; M. Şefîq Oncu; 25.3.2007

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !