Jiyana Melle Ebdullah Varli – (Abdullah Varlı)

Abdullah Varlı, ango Mele Ebdullah Varlî (1’ê avrêlê 1939 li Patnosê − 2’ê reşemiyê 2012 li Enqereyê), nivîskar, alim û lêkolînerekî kurd bû.

Nivîskar di 1’ê avrêla 1939 an de, di gundekî navçeya Patnosê yê bi navê Hesar de ji dayîk xwe bûye. Di sala 1946 an de li gundekî wê navçeyê; Nenecanî de wekî hemû zarêd Kurdistanî, cara yekemîn li bal bavê xwe Muhammed (Hoko) xwendiye. Paşê çûye di pir medreseyên welêt de xwendiye. Di meha îlona sala 1957 an de, di Emîniye ya Şam de xwendina xwe qedandiye. Di di navbera 12’ê tîrmehê 1964 – 1976 an de, di saziya Diyanetê de, di karên cur bi cur de li navçeya Erdişê xebitiye.

Di sala 1976’an de ji aliyê wê saziyê ve ji welatê xwe hatiye dûrxistin. Ewê saziyê debirvan şandîne herêma Trabzonê ku heta pênc salan nezîviriye welatê xwe. Di sala 1977’an de, li ser xwestina xwe ji wê saziyê raqetyaye û derbasî saziya Vakıflar Genel Müdürlüğü, bûye. Debîrvan di arşîva wê saziyê de karmendiya wergerandinê kiriye. Di sala 1978’an de, ji aliyê wê saziyê ve ji herêma Enqereyêhatiye dûrxistin û şandine herêma Edirneyê. Debîrvan di heman salê da li ser xwestina xwe ji wê saziyê raqetyaye, derbasî şalyariya çandê (Kültür bakanlığı) bûye.

Ewê şalyariyê debirvan di kevinxaneya (muzexane) Etnoğrafyayê de, bi karmendî xistiye berpirsiyarê Şerî’ sicîleri û nivîsarên kevin û pirtûkxaneya wê saziyê. Di sala 1984’an de, di heman şalyariyê de, ji wê saziyê hatiye dûrxistin û derbasî pirtûkxaneya Êlxelq Kutûpxanesî? bûye.

Di wê pirtûkxaneyê de bûye karmend û berpirsiyarê beşa nivîsarên kevin. Di sala 1990’an de, di heman şalyariyê de bûye endamê saziya bi nav A.P.K (Pisporî lêkolîn neqişkirin pêşva anîn)? Di sala 1993’an de, di heman Şalyariyê de, di saziya bi navê Halk Kültürü Araştırma Geliştirme Genel Müdürlüğü de, bûye serokê beşa fêrihtekirin û rêberkirinê. Di heman salê dê, ji ber hinek sedeman, di dîroka 18’ê avrêla 1993’an de bi keddarî ji karmendiyê raqetiyaye. Çapkirî ne çapkirî bi giştewarî: 32 berhemên wî hene.

Ebdullah M. Varli di 2’ê reşemiya 2012’an de li Enqereyê, li nexweşxaneya İbn-i Sînayê çû rehma Xwedê.

Berhem

  • Qur’ana pîroz û Arşa wî ya bilind, Sipan Yayınları, 1997 (werger)
  • Dîwan û gobîdeyê Ehmedê Xanî yên mayîn, Sipan Yayınları
  • Dîwan û jînevarîya Ehmedê Xanî, Sipan Yayınları
  • Dîroka Dugelên Kurdan (Cîlt-1), Sipan Yayınları, Stenbol, 1997
  • Kürt-Ermeni ilişkileri, Sipan Yayınları, V. T. Mayevsrıy, Stenbol, 1997 (werger)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !