Reşîdê Baso di 1ê Gelawêja sala 1926 an de li gundê Keleşbeg yê li ser bi herêma Tahlîn (Ermenistan) di nava malbatekê de ji dayika xwe bûye. Dengbêj ku him evîndarên ziman û hunera Kurdî bûn, him jî ji bo xatirê doza Kurdistanê ji erdê bav û kalên xwe (Serhed) rewiya bûn nava Kurdên Ermenistanê. …
Zêdetir BixwîneJiyana Dengbêj Mehmûd Qizil
Mehmûd Qizil (Mahmut Kızıl) dengbêjekî kurd e. Qizil di sala 1939’an de li Diyarbekirê hatiye dinê û vê gavê jî jiyana xwe li wê derê didomîne. Li gorî ku ew dibêje, di sala 1965’an de bi awayekî profesyonelî, ji bo dengbêjiyê dest bi xebatê kiriye û di heman salê de plaq ango sêlika xwe …
Zêdetir BixwîneJiyana Kamûran Elî Bedirxan
Kamiran Alî Bedirxan (1895-1978) û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan malbata Bedirxaniyan bû. Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21’ê tebaxa 1895‘an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û …
Zêdetir BixwîneJiyana Elî Herîrî
Elî Herîrî (anku, ‘Elî Herîrî, E’lî Herîrî yan Elî Termaxî (1009/10-1077/78) nivîskarekî klasîk ê kurd e. Li gor rojhilatnas û kurdologê rus Alexander Jaba Elî Herîrî di sala 400’î ya koçî (1009/1010’ê zayînê) de li gundê Herîrê ku girêdayî Şemdînanê ji dayik bûye. Li gor Jaba Elî Herîrî yek ji kevintirîn helbestvanên kurdî ye. Elî Herîrî bêgoman yek ji helbestvanên pêşî yêkurmancî ye. Dîsa …
Zêdetir BixwîneJiyana Şeroyê Biro
Şeroyê Biro yek ji dengbêjên navdar ên ku li Radyoya Êrîvanê kilam gotiye ye. Li Bakurê Kurdistanê li Îdirê ji dayîk bûye û di komkujiya Ermeniyan de mînanî Kurdên Êzîdî ya bi malbatî ji zilma dewleta Tirk reviyane Gurcistanê. Lê Şeroyê Biro ji kurdên Êzîdî nîne. Kilama wî ya Zeriyê meşhûr e. Li gundekî Tiflîsê dijiya û di salên 70’î de di 82 saliya xwe de jiyana …
Zêdetir BixwîneJiyana Baba Tahirê Uryan (Hemedanî)
Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan yan jî Bawa Tayer (bi Kurdiya Başûr), hozan, helbestvan, fîlezof û derwêşekî Kurd bû ku bi sedsala 11em li bajarê Hemedan de dijî. Naverok 1 Naznav (Leqeb) 2 Jiyan 3 Helbestvanî (Honrawebêjî) 4 Hindek Ji Helbestan 5 Helbestên Tev-Kurdî 6 Helsengandina Zimanê Çarîneyên Baba Tahîr Ligel Kurdî, Lûrî, Farsî 7 Helsengandin Ligel Hewramî, Kirmanckî, Lûrî, Farsî 8 Girêdanên derve Naznav (Leqeb) Naznav (leqeb)ê wî “Baba …
Zêdetir BixwînePEXŞAN Û CERIBANDIN DI EDEBIYATA KURDÎ DE
KENAN SUBAŞI / PEXŞAN Û CERIBANDIN DI EDEBIYATA KURDÎ DE KURTE Di edebiyatê de têgehên mîna pexşan û ceribandinê gelek caran tên bikaranîn. Helbet her yek ji van têgehan pênaseyeke xwe û di edebiyatê de temsîliyeteke xwe heye. Di vê gotarê de armanc ew e ku di edebiyata kurdî …
Zêdetir BixwîneFêrîkê Ûsiv, Hecîyê Cindî û Fîncana Rıza Kurmet / Nihat Gültekin
Di dema sala 1917’an de Rûsya yê Şoreşa Oktoberê dest pê bû. Leşker û qewatên Ûris di nav sînorên tirkiyê dikişin û diçin. Di gava şerê cihanê ya yekemîn qedîya, sala 1918’an rewşa Kurdên Êzdî êdî reş dibe, her rojên wan her diçe xirab dibe. Qismek Êzdiyên Serhedê taybetî ya …
Zêdetir BixwîneBilbilê Kurdistanê: Kawîs Axa / İkram Oguz
Miletê ku dîroka xwe bi destê xwe nenivîsandibe, ji koka xwe, ji çand û hunera xwe, heta dem tê ji zimanê xwe jî dûr dikeve. Dîroka ku nehatibe nivîsandin, herçiqas bi devki derbasî nifşên nû bibe jî, kêm û nîvco dimîne. Wek mînak; gelek kilam û stran, çîrok û destanên …
Zêdetir BixwîneBerxwedana Çiyayên Xerzan – 1925 / 1937
”Derbarê vê berxwedanê de, şaşiyeke xuya ya ku ji hêla dîroknasan ve tê kirin, li ber çavan e. Kurd jî tê de, hin dîroknas ev berxwedan wek berxwedaneka herêmî an jî malbatî-eşîrî didin xuyan. Ev ezbereka şaş û neheq e. Dibe ku ne birêxistinkirî be, lê pêşengên berxwedanê, Mihemed û …
Zêdetir BixwîneJiyana Fesîhê Pasûrî
Dengbêj di sala 1958’an de li qeza Farqînê hatiye dinê. Eslê wan ji Helebçeyê ye. Mekteba seretayî xelas kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Li Amedê dijî. Hûn dikarin jiyannameya xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com
Zêdetir BixwîneENSTÎTUYA KURDÎ YA PARÎSÊ Û SPASNAMEYEK / Konê Reş
Di 18ê îlona 2021ê, di civîna konseya çandî û zanistî de li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ez layîq hatim dîtin ku bibim endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Bi vê boneyê, di roja 21 Îlonê/ 2021ê de nameyeke agahdariyê ji min re şandin. Ev beşeke ji wê nameyê: (Konê Reş, hevalê …
Zêdetir BixwîneJiyana Yasîn Hisên
Helbestvan Yasîn Hisên di sala 1970’î de ji dayik bûye. Hisên di sala 1990’î dest bi nivîsînê kir: bi çend cûreyan ji gotar ta helbestê, û di gelek rojname û kovaran de berhemên wî hatin weşandin. Ew ne tenê helbestvan e, lê tembûrvanekî pir baş e û wî di komên …
Zêdetir Bixwîne