Jiyana Kamûran Elî Bedirxan

Kamiran Alî Bedirxan (1895-1978) û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan malbata Bedirxaniyan bû.

Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21’ê tebaxa 1895‘an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943‘an de li Bêyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.

Kamiran Bedirxan di sala 1947‘an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.

Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.

Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978’an de li Parîsê wefat kir.

Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina Kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.

Kamiran Alî Bedirxan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8’an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbdixwe xiste dilê giştiya guhdêran.

 

Kamiran Alî Bedirxan sala 1971’ê serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke Kurdî ramyarî bi awayekî fermî pijirand, û destûra xebata ramiyarî da Kurdên Lubnanê.

Berhem

  • Langue kurde, Paris, 1953
  • Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
  • Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986
  • Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)
  • Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)
  • Kolay Kürtçe – Pîrtûka ders, Weşanên Doz
  • Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938
  • Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !