Şeroyê Biro yek ji dengbêjên navdar ên ku li Radyoya Êrîvanê kilam gotiye ye. Li Bakurê Kurdistanê li Îdirê ji dayîk bûye û di komkujiya Ermeniyan de mînanî Kurdên Êzîdî ya bi malbatî ji zilma dewleta Tirk reviyane Gurcistanê.
Lê Şeroyê Biro ji kurdên Êzîdî nîne. Kilama wî ya Zeriyê meşhûr e. Li gundekî Tiflîsê dijiya û di salên 70’î de di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye.