Helbestvan Yasîn Hisên di sala 1970’î de ji dayik bûye. Hisên di sala 1990’î dest bi nivîsînê kir: bi çend cûreyan ji gotar ta helbestê, û di gelek rojname û kovaran de berhemên wî hatin weşandin.
Ew ne tenê helbestvan e, lê tembûrvanekî pir baş e û wî di komên Kurdî de cîh girtiye. Hisên ew du salan e ku bûye cîgirê sernivîskarê rojnameya El Emel, ku bi zimanê Erebî li bajarê Silêmanî derdikeve.Wî herwiha i salên 2005 heta 2007’an li radyoya Xak wekî bêjer û amadekarê programan kar kiriye. Jiber hezkirina wî ji kelepûra Kurdî û xemxxwarîya zimanê dayikê, Hisên berê xwe da Enstîtuya Kelepûra Kurdî ya li Silêmanî û li wir bi cî bûye.
Hisên ji sala 2010’an heta niha wek berpirsê beşa Kurmancî ya enstîtuyê dixebite.
BERHEM:
1- Temberiya Binefşan, Helbest (Li Şamê çap bûye).
2- Azar, helbest (Heleb)
3- Lorîk ,helbest (Silêmanî)
4-Tûrikê Zêran ,Çîrokên Folklorî ji Amûdê (Silêmanî)
Berhemên wergerê:
1-Şanoya Serdana Melîkê ya Memdûh Idwan, ji Erebî wergerandiye Kurdî.
2- Romana Berf ji Erebî wergerandiye Kurdî.
3- Şanoya Çîroka Binefş û Yasemînê ji Erebî wergerandiye Kurdî.
4- Pirtûka Qelaya Kerkûkê j Kurdîya Soranî wergerandiye Erebî.
Hûn dikarin jiyannameya xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com