Bajarê Kobaniyê

Çand û Jiyana Bajarê Kobaniyê

KobanîKobanê bajarekî kurdan e, li başûr rojavayê Kurdistanê, ew li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê. Kobanî nezîkî 160 km bakurî rojhelatê Helebê ye, Kobanî li rojhelatî Firat e 30 km navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn û bi xebat ûcêkirina xerazan pir meşhûre .

Kobanî li dû ketina Dewleta Osmanî, li dawiya şerê cîhanî yê yekem ji aliyê fransiyan ve li ser rûbareke di navbera gundê Kaniya Ereban (di kutûgên Osmaniyan de: Arabpinar û gundê Kaniya Murşid de hat şênkirin. Kurmancên herêmê navê ku fransiyan destpêkê li vê şûnê kiribûn “Companie” (ligor nivîsa kurmancî: Kompanî) ligor zimanê xwe wergerandin Kobanî. Pêş 60 salan, kesên şênkirina wê dîtibûn, dîroka şênkirina bajêr dizanibûn. Lewma navê Kobanî di arşîvên Osmaniyan de tune. Navê erebî Eyn el-Ereb ji navê Arabpinar hatiye, yanê wergera navê kurdî “Kaniya Ereban” e. Li gorî nivîskarê kurd Şahîn Soreklî ji hinek kesên ji herêmê, herêma ew bi xwe lê ji dayik bûye, bihîstiye, navê “Kaniya Ereban” li wê şûna li ser rûbarê, îroj rojhilatê Kobaniyê, hatibû kirin, çimkî havînê koçerên ereb pezê xwe lê av didan. Ta pêş destpêkirina raperîna sûrî, erebên ji berriya di navbera Reqayê û Kobaniyê de havînan pirêzeyên (erdên) kurdan li dû paleyê ji wan dikirîn û pezê xwe lê diçêrandin. Payîzê dîsa li warên xwe vedigeriyan.

Şêniyên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine. Ta salên heftêyan jî malên ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, Ermenistan jî di nav de. Êlên Kobaniyê yên mezin eşîrên Berazî û Kêtikan in. Serdarên navdar yên Berazan Bozan Beg û Hirço Beg bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar Besrawî Axa bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) Rihayê bû, di Meclîsa Millî ya Mezin a Enqereyê de. Kurê birayê wî Hirço, di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû û Hirço yek ji sazdarên komeleya Xoybûn bû.

Firehbûna erdê Kobaniyê 3000,23 km 2 ye. Hêjmara şîniyê wê li gorî serjmara dewletê di sala 2000î de 204.653 mirov in. Li gorî nexşeya Kurdistanê, Kobanî û herêma Deşta Pîrsûsê yekser bi Rihayê ve girêdayî bûn. Di nav dewleta Sûrî de Kobanî bi Helebê ve girêdayî bû. Li rojavayê bajarê Kobaniyê bi 30 km çemê Firatê (Ferêt) derbas ji aliyê Tirkiyeyê derbas aliyê Sûriyeyê dibe. Kobanî bi derûdorê 80 km dûrî bajarê Rihayê ye.

Kobanî, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê bi 150 km dûr e. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê ye Kaniya Murşid. Li başûrê wê bajerokê Sirrînê heye û li başûrê rojhilat bajarê Reqayê heye. Li aliyê rojhilat bajarokê herî nêzik Tilebyad e. Bajerokê herî nêzik li rojava Cerablus e (li rojavayê şûna Ferat dikeve nav erdê Sûriyeyê).

Herêma Kobaniyê ji zewiyên deştî û yên qeracî (girên ne weqa bilind) pêk dihêt. Gundên li aliyê rojhilat ta gundê Tilêcbê wek gundên Deşta Pîrsûsê dihên nasîn. Li başûrê bajêr Girê Miştenûrê heye û ger mirov ji wir ber bi bashûr ve biçe, erd bi piranî qeracî ye. Li dû derûdorê 30 kîlometrên mirov dîsa digihê Çemê Ferêt, çimkî Ferat li dû ku dikeve nav erdê Sûriyeyê xwe ber bi rojhilat ve badide. Rojên îroj av li Kobaniyê, bi taybetî salên bêyî berf û kêmbaran, hindik e. Ta dû nîvê yekem ji sedsala 20an golek li Kaniya Murşid hebû û rûbarek ber bi rojhilat ve diçû, di navenda Kobaniyê re derbas Deşta Pîrsûsê dibû. Li Kaniya Ereban jî kaniyek hebû, ji bilî ava Qinaya Romanan. Hemî bi derbasbûna demê re miçiqîn.

Aborî

Di herêma Kobaniyê de bêtir ji 300 gundan hene. Pirraniya xelkê bi çandiniyê û karên pê ve girêdayî ve mijûl in. Li gundan xwedîkirina dewêr jî heye. Li bajêr şûnên tamîrkirina otomobîlan, traktoran û patosan hene. Pêş kirîza dawîn û koçkirina xelkê bajêr tulumpeyên avê û “ẍerrazeyên” kolandina bîrên avê jî li vir dihatin çêkirin. Çiqa şêniyê bajêr û gundan xwe bi karan ve mijûl dike jî, bêkarî bi zêdebûna jimara şêniyê herêmê re bêtir bû. Bi encamê di van salên daîn de bi hezaran derketin derve û li bajarên Sûriyeyê, Lubnanê, Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê, heta li Cezayirê û şûnên din dest bi karkirinê kirin. Di van salên dawîn de gellekan ji wan pere ji derve ji xwediyên xwe re dişandin. Ji bilî çandina gênim, cehê, û babetên din, di van salên dawîn de çandina darên fistiqan û zeytûnan jî li herêmê zêde bû. Çandina bembû bi encama kêmbûne avê sal bi sal kêmtir bû. Wekî gellek herêmên li rojhilatê Helebê, Kobanî jî ji lêniherîneke pêk-û-pêk ya hukûmeta sûrî dûr ma. Kurdbûna xelkê herêmê jî bêguman bandora xwe hebû. Av û elektrîg bi şêweyeke berdewam nebûn, karxaneyên mezin li herêmê nehatin birêxistin û zanîngeh li bajêr bi rê neketin. Ligel wê jî xwediyên şehadeyên bilind di zêdebûnê de bûn.

Jiyan

Daniştvanên Kobaniyê Kurmanc in û zimanê wan yê devokî Kurmancî ye. Ta pêsh çend salan jinên bajêr û gundên wê kincên Kurmancî, Kiras, xeftan, derpeyê dirêj di bin de, bervanek û sixme li xwe dikrin û jinan kofî, keçên berbext tac û rext didan ser serên xwe. Mêran kiras li xwe dikirin û çefî û egala erebî bi kar dihanîn. Lê di van salên dawîn de, bi taybetî li bajêr, pirraniya ciwanan, bi keçan û lawan ve, dest pê kirin kincên ewropayî li xwe kin. Xelkê herêma Kobaniyê bi mazûvaniya xwe navdar in, mêvanhez in. Gellek ji Kurdên aliyê Tirkiyeyê salên heştêyan bi alîkarî û ma’zûvaniya wan derbas welatên din bûn. Çiqa rewş aborî ya hinekan ji daniştvanên herêmê ne weqa baş bûya jî xelkê herêmê ta çend salan berê di jiyana xwe de bextiyar bûn. Ji ber ku pirraniya xelkê endamên eşîran bûn, endamên civatê bi hev re alîkar bûn. Li herêmê dawetên bi dahol û zurne, govend û şahî, payîzê, dema ciwan li dû mewsiman dizewicîn, hebûn. Bi dehan, li hinek şûnan bi sedan, merî û mêvan beşdare van dawetan dibûn. Li Kobaniyê û doraliyên wê hinek xwaringehên mezin di salên dawîn de vebûn. Dema Newrozê bi hezaran derdiketin ser kaşê Miştenûrê bo pîrozkirina cejna neteweyî. Ev hemî ji meha 1emîn ya sal 2014 û şûn ve bi encama koçkirinê û penaberiyê hat guhertin.

Ji her sê herêmên kurdî yên aliyê Sûriyeyê li herêma Kobaniyê eşîrtî û dilsoziya bi erfên eşîrvaniyê re herî bi hêz bûn. Van erf û toreyan ji alîne din bêtir li vê herêmê domandin, çimkî peywedniyên şêniyê gundên Kobaniyê û Kobanî bi xwe bi bajarên mezin re bi sînor bûn. Çiqa van toreyan ta dawiya sedsala 20emîn û çend salên destpêka sedsala 21emîn domandin jî, ew êdî sal li dû salê qels bûn. Jimareke ji sedeman rola xwe di vî warî de leyiztin. Yek ji wan hêsanbûna bidestxistina bernameyên bi sedan dezgehên televizyonî yên satelîtî bû. Sedemeke din zêdebûna perwerdeyî û bilndbûna jimara kesên bi şehadeyên bilind bû.

Bi encama mercên bi vê yekê ve girêdayî û bandorên din yên “raperîna sûrî” êdî rola eşîran bi bû yeke bêyî bandor. Û kesayetiyên hêzdar yên di nîvê sedsala 20emîn de li herêmê hebûn, wek Hirço Begê, Bozan Begê (Hirço û Bozan Şahîn, serokên eshîrên Beraziyan), Besrawî Axa (Serokê eşîrên Kêtikan) û Mechan Axa (Serokê eşîrên pîjî), bo nimûne, li holê nebûn. Pêş ketina Dewleta Osmanî zarava, şêweya lixwekirinê, stran û toreyên herêmên Kobaniyê, Sirûcê û Rihayê wek hev bûn. Ya rast Kobanî wê demê nebû. Hemî gundên li rojhilatê Kobaniya îroj wek “gundên Deşta Sirûcê” dihatin nasîn. Bi danîna sînorê di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê re vê çanda hevbeş dest pê kir sal il dû salê sist bibe, lê ligel mayîna sînor, danîna mayînan û derbasbûna bi dehan sal jî, gellek ji erfên çandî, bi taybetî yên gundiyan wek hev man. Bêyî guman perwerdebûna bi encama du sîstêm û du zimanên ji hev cuda de bandorên xwe dileyizin.

Divêt bê gotin ku gellek ji toreyên şêniyê herêma Kobaniyê/Surûcê di heman demê de bi yên Êzîdiyan re hevbeş in. Zaravayên wan, lixwekirina cil û bergan û erfên zewacê û şîngirtinê ji gellek aliyan ve ji hev nêzik in. Berê li herêmê sofîtî, terîqet û mirîdiya şêxan jî hebûn, lê bi destpêkirina sedsala 21emîn re bandora şêxan û melleyan li ser şêweya jiyana xelkê hema-hema nema. Mişoyê Bekebûrê, Xidoyê Hindawî, Hemedê dûman û Baqî Xido ji stranbêjên herêmê yên kevn û navdar in. Yek ji berhemên devokî yên li dû Baqî Xido manî Destana dewrêşê Evdî ye, ku ji aliyê Shahînê Bekirê Soreklî ve wekî ku Baqî bi xwe gotibû hatiye nivîsandin, xwendin û li ser DVD tomarkirin. Stranbêjên din jî dê hebin ku li hinek gundan navdar bûn, çiqa berhemên wan yên tomarkiriî nebin.

Eşîr û êl

Li herêma Kobaniyê û ya Pîrsûsê eşîrên Kurdanên navdar ji demên par ve hebûne. Ta nîvê dûyemîn ji sedsala 20emîn beglerên wek Bozan Begê û Hirço Begê (Bozan û Mustefa Şahîn li Mekteleyê) ji Berazînên û Besrwaî Axa ji Kêtikan xwediyên pêkanî û rolên mezin bûn. Mechan Aẍa jî serdarekî Pîjan bû (li Kaniya Ereban bû). Gelek axa û malmezinên Kurdên li vê herêmê bi nav û deng bûn. Herêma Kobaniyê yek ji herêmên Kurdistanê û Sûriyeyê ye ku tê de bandorên erf û adetên eşîrvaniyê zindî man û di zihniyeta daniştvanên herêmê de xwedan rol bûn. Eşîrên din jî li herêmê hebûn, wek Şêxiyan, Bêskan, Zirwaliyan, Zînikliyan, Şedadîyên, I’lêdînan, Mi’êfiyan û yên din. Hinek ji wan şaxên ji eşîrên mezintir bûn wek ya Berazîyên û ya Kêtikan. Hevgirtina endamên eşîran û bandora wan di salên dawîn de kêm bûn. Bi hatina sedsala 21emîn re bandor ji gelek alîyen ve bi sînor bû û li herêmê beg û axayên navdar û bi hêz nemabûn.

Gund û navçe

Kobanî ji çar navçeyan pêk dihêt: navçeya Kobaniyê bi xwe, Şêxên li rojava, Sirrîn li başûr û Çelebî li rojhilatê başûr. Şêxên bi xwe ne gundekî kurdan e. Ew li aliyê rojhilatê Çemê Firatê hema – hema gundê tenê ye ku gundekî ereban e. Li doraliyên Sirrînê û Çelebiyê çend gundên ereban jî hene. Bêhtir ji 321 gund li herêma Kobaniyê hene; Helinc, Şêran, Şeran, Tilêjb, Girê Xezalan, Bozik, Qilhedîd, Qûmlix, Minaz, Mezrê, Zinarê Qul, Mêrg, Menik, Elî Şar, Serbehur, Gewrik, Taşlog, Tilik, Hemamik, Qizelî, Xanik, Qeremux, Xerabî Kuçkan, Çortanek, Çoxan, Sê Telp, Çixur, Xerab Kort, Bîreş, Kortik, Derbazin, Kuleh, Korpîngar, Gundê Osê û Sûsan hinek ji wan gundan in. Gundê Kaniya Murşid li rojhilatê Kobaniyê û gundên Kaniya Ereban û Mikteleyê li rojhilatê wê di salên dawîn de bûn beşên ji Kobaniyê.

Bermayiyên dîrokî

Li hinekan ji gundên herêma Kobaniyê bermayiyên dîrokîyên kevnar hatine dîtin, lê bi piranî ji wan şûnan hatine rakirin û li kevnarxaneyên bajerên mezin, yek ji wan Heleb, hatine bi cîh kirin. Gelekên din hatine dizîn û wenda bûne. Li Şêranê, ji bo nimûne, dû pêkerên şêranên ji kevirê reş hebûn, lê ji wir hatin birîn û li Reqqayê hatin danîn. Li ser Girê Miştenûrê şikeftên dîrokî hebûn, lê hinek ji wan hilweşiyan yan tiji xwelî bûn. Li herêmê gelek zêwiyên pîroz berê hebûn, lê bi derbasbûna demê re neman. Zêwîya Xanmamed û Zêwîya Kurikê dû ji wan in. Demekê dêrên Ermeniyan jî li Kobaniyê hebûn. Ya mezin ji wan li nêzikî xwendegeha Ermeniyan ya li başûrê navenda bajêr bû û du dêrayên biçûktir hebûn, lê bi mişextkirina an ji Ermeniyan rê dêrên wan jî neman. Dest pêk a sedsala 21emîn ji bilî 2-3 Ermeniyan kesek li Kobaniyê nemabû.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !