Ûrmiye, Wirmê an Urmê, bajarê didu ya herî mezin ê rojhilatê Kurdistanê paş bajarê Kirmaşan ê ye. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 e. Xelkê Ûrmiyê bi zaravayê kurdî kurmancî û zimanê azerî dipeyivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê.
Heta niha gelek niqaş li ser vî navî hatine kirin. Hraç Martirosiyan (Hrach Martirosyan) di pirtûka xwe bi navê Studies in Armenian Etymology di rûpela 681 de dibêje Ormî di zimanê Ermenî de wate divarê derûdora bajêr. Paşê dibêje ormi digel hormos a Yewnanî bi wateya liman ya iskile, yek kok heye ku erdnîgarê jî vê peyt dike.
Ûrmiyê dîrokekî pir kevin heye. Pêşniyarê dîn ji bo koka navê Ûrmiyê ev in: Pourdavoud, Ûr- (bajerekî mîna di bêjeya Ûrşelîm, bajarê Silêman) û -miye (av); di zimanê Aramî de wate bajarê avan. Samuel Noah dibê ku orum digel ho-ru-um a di navê horumkoraka ya Sumêrê ku navê çiyayekî di Efsaneya loqalbanda padişahê Sumerê ye hevkok be. . Minorsky, ji ber ku di hin nivîstekyên Sûryanî de ku li pal gola Ûrmiyê hatine dîtin navê Armaitî Urmaitî hatiye dibe ku ev nav Sûryanî be.. Navê berê yê Ûrmiyê di serdema şah de Rizayiye bû ku ji navê Riza Şahê Pehlevî girtÎ bûn. Navê Ûrmiyê yê kevin di serdema Sasaniyan de Çîçist bû ye ku di nivîsteka Avestayê de jî hatiyê ku zadîgeha Pêxembera Zêrdeşt bû ye. Niha jî li kêlega Ûrmiyeyê gundek bi navê Çîçist heye.
Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Ûrmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Ûrmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digehe bajarên Nexede û Şino yê.
Ûrmiye navenda parezgeha Azerbaycana Rojava (bi kurdî parêzgeha Ûrmiye) yê, ku ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Makû, Çaldiran, Miyanduav, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê. “Menda-Avdî”.
Li herêmê êlên Begzade, Celalî, Dirî, Hinare, Herkî , Kirmanc, Kore Sunî, Seyîd û Evdoyî û Kardarî dijîn.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com