AKRÊ

Bajarê Akrê

Akrê bajarekî Kurdistana Başûr e.

Ev bajêr dikevit navbera Dihok, Hewlêr, Mûsil û Amêdiyê. Bajêrê kevin li pala Çiyayê Akrê ye û li gelek taxan serbanê malekê hewşa maleke dî ye. Lê niha bajêr ber bi aliyê deştê ve zêde dibit.

Kelha Akrê ya kevin bêguman yek ji cihên asê ji bo bergirî ya dijberî dijminan bûye. Li dema hatina leşkirê Ereban Kelha Akrê yek ji cihên şerê dijberî leşkirê Îslamê bûye.

Pêkhateya civakî ya bajêrî têkhilek ji jiyana bajêriyan û xelkên eşîretî ye. Akreyî wekî bajêrî ji nimûneyên bajêrwarîya kevin ya Mîrgeha Behdînan in, lê eşîretên mîna Zêbarî, Herkî û Surçi rolên gelek giring di dîroka vî bajêrî de lîstine.

Yek ji bingehên rewşenhizirî ya Mîrgeha Behdînan Akrê bûye. Hind cihên girêdayî bi Akrê ve mîna gundê Şoşê jî gelek zana, nivîskar û hozanvan pêgehandine.

Nahiyeyên Akrêyê (navên fermî, 2009)

  • Akrê
  • Bicîl
  • Dînarte
  • Girdesîn

Cihên turîstîk

  • Kelha Akrê
  • Sûlava Akrê
  • Kanî Zerik
  • Mezar Evdilezîz

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !