Selahedîn Bulut (bi tirkî: Selahattin Bulut) nivîskarekî kurd û xwediyê pirtûkxaneya bi navê Medya Kitabevi li Stenbolê (Tirkiye) ye. Ew di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinê. Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê xelas kiriye û li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di girtîgeha leşkerî ya Amedê de heşt salan girtî maye. Di sala 1997an de li Stenbolê Kitêbxaneya …
Zêdetir BixwîneJiyana Salihê Kevirbirî
Salihê Kevirbirî nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Di sala 1973 de li Batmanê hate dinyayê. Bi eslê xwe ji Misricê (Kurtalan) ya Xerzan e. Xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc û Edeneyê kir. Di sala 1992 de bi derketina rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bû. Li herêma Çokurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem …
Zêdetir BixwîneJiyana Rohat Alakom
Rohat Alakom (z. 13’ê gulanê, 1955 Qebaqom, Kaxizman) nivîskarekî kurd e. Jiyan Di roja 13’ê gulana 1955’an de li gundê Qebekom ku bi Qaxizmanê re girêdayî ye (qezayeke bajarê Qersê) ji dayik bûye. Dibistana pêşîn, navîn û lîse li wir xelas kir. Paşê wi li Ankarê, li serbajarê Tirkiyê xwendina bilind qedand (1974-1978). Du salan 1979-1980î li Bulgarîstanê …
Zêdetir BixwîneJiyana Qado Şêrîn
Qado Şêrîn ji Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1967’an de, li gundê Naroz, li başûrê bajarê Qamişlo, ji dayik bûye. Xwendina seretayî li gundê xwe, ji bo dibistanê şeş salan, rojane 7km diçû dibistana Kabaka, piştî dibistana seretayî tewa dike, li gel malbata xwe diçe Qamişlo daku xwendina xwe berdewam …
Zêdetir BixwîneJiyana Ordîxanê Celîl
Ordîxanê Celîl (24ê tebaxa 1932 li Êrîvanê – 20ê cotmeha 2007 li Sankt Petersburgê), doktorê zimannasiyê, profesor, zargotinzan û ronakbîrekî kurd ê binavûdeng bû. Di sala 1951an de li Zanîngeha Êrîvanê beşa fîlolojiyê dixwîne û di sala 1956an de teva dike. Heman salê li Akademiya Zanistê ya Ermenistanê, di beşa Kurdolojiyê de mîna asîstan kar dike. Celîl yekemîn asîstanê beşa kurdzaniyê ye. Di sala 1957an de li Zanîngeha …
Zêdetir BixwîneJiyana Nezîr Silo
Nezîr Silo nivîskarekî kurd e. Silo li başurê rojavayê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dêrika Hemko, di sala 1972 an hatiye dine. di sala 1998an de bi komek rewşenbîr re kovara Rojda dan weşandin. Di rojnama Azadiya Welat de u gelek kovaren di ên bi zimanê kurdî diweşin de dinivîse, her weha bi zimanê erebî jî di gelek malperan de gotaran dinivise. Berhem Wêjeya Kurdî doh û îro (lêkolîn), …
Zêdetir BixwîneJiyana Alî Baran
Alî Baran di 1955’an de li gundê Bargenî/Axûçana Xozatê ya Dêrsîmê hatiye dinyayê. Navê wî yê rastî Alî Baran e. Lê guhdar û hezkiriyên wî zêdetir bi navê Baran wî nas dikin. Bavê Baran Mehmûd Baran hunermendekî naskirî bû. Li dawet û şahiyan li saz, keman û cimbûşê dida û …
Zêdetir BixwîneJiyana Kovan Sindî
Kovan Sindî nivîskarekî kurd e ku li sala 1965’ê li devera Zaxo hatiye dinyayê û xwendina amadeyî li wê derê qetandiye. Li sala 1984’ê dibe endamê rêxistinên nihênî yên PDK. Li çiriya pêşîn, li 1987’ê rêxistina wan keşf bû û gelek ji hevalên wî ji aliyê rijêma Baas ve hatin sêdare dan. Kovan qurtal dibe, derdikeve nav …
Zêdetir BixwîneJiyana Fawaz Husên
Fawaz Husên (z. 1953, li Kurdo, Amûde (Rojavayê Kurdistanê, Sûrî)), nivîskar û wergêrekî kurd e. Fawaz Husên di sala 1953an de li gundê Kurdoyê ji derdora Amûdê yê Binxetê hatiye ser dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi 1992an li Parîsê li zanîngeha Sorbonneyê dixwîne û di sala 1988an de dibe doktorê ziman û wêjeya frensî . Fewaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Nivîskar îro (2012) li Parîsê dijî. Pirtûk û werger Siwarên êşê. …
Zêdetir BixwîneJiyana Hozan Comert
Hozan Comerd hunermendeke Kurd e. Bi eslê xwe Kurmancê Dêrsimê Dêp ê ye û Kurdên Zerdeşt – Elewî ye. Bi dehan sal in di koma nasyar a bi navê Koma Berxwedan cîh digire. Di sala 2007an de Hozan Comerd albûma xwe ya ewil ya bi navê Car Caran derxist û bi strana Car Caran serkeftineke mezin bidestxist. Kurekî Hozan Comerd tevlî Gerîla bûbû û Şehîd ket. Tê gotin ku …
Zêdetir BixwîneJiyana Xakî Bîngol
Di sala 1975’an de li Bajarê Mûşê, li gundê Sahagê ji dayik dibe. Piştî dibistana seretayî, li Bajarê Mûşê muavîntiya Mînîbûsê dike. Piştî demekê dibe şofêrê Mînîbusê û 10 salan vî karî dike. Di salên 90’î de tevgera Kurd nas dike û di sala 1995’an de koçî Almanyayê dike. Pirtûkeke …
Zêdetir BixwîneJiyana Zahid Birîfkanî
Zahid Birîfkanî hunermend, nivîskar û kemanjenekî kurd bû ku di 1967an de[1] li Dihokê (Başûrê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Ew kurê helbestvan Şêx Memdûh Birîfkanî bû û xwediyê gelek berhemên hunerî bû. Jiyana wî Xwendina seretayî û navincî li bajêrê Dihokê temam kiriye û dû re li Zankoya Mûsilê beşa kîmyayê xwendiye. Hunermend Zahid Birîfkanî demekê jî li welatê Swêdê jiyaye. Mirina Zahid …
Zêdetir BixwîneJiyana Leyla Bedirxan
Leyla Bedirxan (z. 1908 Stembol − m. 1986 Parîs)[1] yekemîn hunermenda baleyê ya kurd e û wekî prensesa kurd tê naskirin, Keça Abdurezak û Henriette Bedirxan e. Kurtejiyan Leyla Bedirxan a ku îro weke prensesa kurd tê nasîn di sala 1908’an de li Stembolê jidayikbû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awistriyayî, li Viyana jiyaye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Abdulrezak …
Zêdetir Bixwîne