Jiyana Selahattin Bulut

Selahedîn Bulut (bi tirkî: Selahattin Bulut) nivîskarekî kurd û xwediyê pirtûkxaneya bi navê Medya Kitabevi li Stenbolê (Tirkiye) ye.

Ew di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinê. Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê xelas kiriye û li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di girtîgeha leşkerî ya Amedê de heşt salan girtî maye. Di sala 1997an de li Stenbolê Kitêbxaneya Medyayê saz kiriye.

Wî li ser jiyana Hafiz Akdemir û Edip Karahan sê pirtûk amade kirine. Di hin rojname û kovaran de, wekî kovara Nûdem, nivîs û çîrokên wî hatine weşandin. Di sala 2006an de çîrokên wî yên bi navê Bihuşta Lal derketin û di sala 2008an de jî pirtûka wî ya dawî ya bi navê Xadim li weşanên Avesta derket.

Berhem

  • Hafız Akdemir, Peri Yayınları, Stenbol, 1996.
  • Bir Yalnız Adam Edip Karahan, Elma Yayınları, 2005.
  • Bihuşta Lal, Avesta, Stenbol, 2006. ISBN 9944-382-00-0
  • Xadim, Avesta, Stenbol-Amed, 2008. ISBN 9789944382526

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !