BİYOGRAFÎ

Jiyana Tahir Elçi

Tahir Elçi

Tahir Elçi, navê wî bi kurdî wekî Tahîr Elçî jî dinivîsin, (z. 1966 li Cizîrê − m. 28’ê sermawezê 2015’an li Amedê), parêzerê kurd û serokê Baroya Amedê bû. Tahir Elçi di 28ê çiriya paşîn de li Sûra Amedê tûşî êrîşa çekdaran bû û hate kuştin.[1] Jiyan Li Zanîngeha Dicleyê ji beşa hiqûqê destûrdar bûye. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina li navçeya Cizîra Bakurê Kurdistanê xwend. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Muhemmed Seîd Remezan el-Bûtî

Muhemmed Seîd Remezan el-Bûtî

Muhemmed Seîd Remezan el-Bûtî (Erebî: محمد سعيد رمضان البوطي‎ – Muḥammad Saʿīd Ramaḍān al-Būṭī ) Di sala 1929’an li Cizîrê hatiye dinê, û 21ê adarê 2013’an li Sûrî hate kuştin. Ew alimê Îslamê ê kurd bû, Li ser fiqih, siyer û wekî dinê nêzikî 60 pirtûk nivîsand. Pirtûkên wî di Zaningeha el-Ezherê de tên xwendin.

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şêx Hesîb Axtepî

Şêx Hesîb Axtepî (z. 1885 Amed – 1947 Amed) nivîskar û helbestvanê kurd e. Di 1301ê Romî (di 1885-1886 Zayînê) de, li Axtepeya girêdayê bi qeza Çinara Amedê hatiye dinyayê û di 1947an de jî, li Çinara Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê, gora wî li goristana Şêx Hesenê Nûranî ku li gundê Axtepeyê ye dimîne. Hesîb kurê Şêx Mihemed Can û neviyê Şêx …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Îbn Selah el-Kurdî

Îbn Selah el-Kurdî (z. 1181 – m.1245, bi erebî ابن الصلاح ) Navê wî yê tam Osman bin Ebdûrehman bin Selah bin Mûsa bin Ebi’n-Nasr el-Kurdî eş-Şehrezûrî ye lê ew bi navê Îbn Selah hatiye naskirin. wêjevan û alimekî kurd ê Başûrê Kurdistanê bû. Îbn Selah alimê tefsîr, hedîs û fiqihê bû, Wî hevotina xwe pêşyê li cem bavê xwe girt, piştê zemanan çûye Mûsil, Dimeşq û Bexdayê jî berdewam …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şêx Merûfê Nûdhî

Merûf Nûdhî yan jî Şêx Merûfê Nûdhî (z. 1753 Silêmaniye – m. 1837 ?) zimannas, wêjevanê kurd e. Merûf di sala 1753an de li Silêmaniyê qeza Şehrezûrê li gundê Nûdî ji dayik bûye. Navê wî yê rastî Şêx Seyîd Mihemed e. Merûf Nûdhî perwerdehiya xwe ya pêşîn li Kalakoçanê di medreseya “El-Xaziye”yê de girtiye û piştî wextan koçî Hezarmerdê kiriye …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şênê Ezîz Ako

Shene Aziz Ako

Şênê Ezîz Ako (an jî Shene Aziz Ako)[1] (z. 1994, Silêmanî) yekemîn şahciwana Kurdistanê ye ku di 29’ê tîrmeha 2012’an de li bajarê Hewlêrê hatiye hilbijartin. Şênê Ezîz bi xwe ji Ranyayê ye, lê bi malbata xwe re li Norwêcê dijî. Di beşa dawî ya pêşbirkê de tevlî Şênê Ezîz dozdeh keçên kurd hebûn. Hinga ew hate hilbijartin 19 salî bû. …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !