BİYOGRAFÎ

Jiyana Siyamend Birahîm

Siyamend Birahîm nivîskarekî kurd e yê ku di sala 1925’an de li parêzgeha Hesekê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn, lîse û fakulteya îngilîzî (salek) li Şamê xwend. Bi zimanê erebî û kurdî helbest û gotaran dinivîse. Di sala 2000’an de 3 mehan di girtîgeha Şamê de ji bo çapkirina Kovara Aso girtî ma. Berhemên Wî Rêveberê Kovara Aso (11 Hejmar derketî) Li …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Gulan Avcı

Gulan Avci

Gulan Avci (* 20’ê gelawêjê 1977, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedareke swêdî ye ku bi eslê xwe kurda ji parêzgeha Wanê ye.[1] Giraniya siyaseta xwe daye ser bi fermî nasandina nîjadkujiya ermeniyan. Di nava Partiya Lîberal de polîtîkayê dike. Di nava salên 1998-2000’î de serokatiya komeleyeke ciwanên kurd kiriye. Bi bahaneya ku nîjadkujiya ermeniyan kir para kurdan, gelek rexne lê hatin kirin. Wê bi fermî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Pêrî Îbram 

Pêrî Îbram (*1968 wekî Cîhan Îbrahim) wênesazeke kurd ji Efrînê, gundê Şiye ye. Îbram piştî lîseyê di Enstituya Hunerê li Halebê de xwend. Ji 1998’an ve li Bonnê dijî. Wêneyên wê an abstrakt an wêneyên jinan e. Bi boyaxên rûnî dixebite. Pêşangeh 1990 Salona Hunera Haleb 1991 Muzeya Neteweyi ya Haleb 1992 Zanîngeha Halebê 1993 Salona Hunera Halebê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Seher Resayî

Seher Resayî, nivîskareke kurd e ku di sala 1980yî de li bajarê Merîwanê, li rojhilatê Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Ew îro derveyî welêt dimîne û ji sala 2003yan ve li Stockholma patexta Swêdê dijî. Seher Resayî bi soranî û farisî dinivîse, lê yekem pirtûka wê ya kurteçîrokan a bi navê Kesî bi qasî min ji te hez nekir ji layê Osman Mehmed ve hate …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Edîb Çelkî 

Edîb Çelkî 

Edîb Çelkî nivîskar û helbestvanekî kurd e ku di 15’ê gulana 1957’ê li gundê Çelkî (girêdayî bi qeza Amêdiyê, parêzgeha Duhokê, Başûrê Kurdistanê) di binemaleka ol û ayînî da peyda bûye. Wî xwendina destpêkê li Duhokê û Kolîca Şerîetê li zanîngeha Bexdayê li sala 1982’ê bi dawî aniye. Li sala dawiyê li zanîngehê, li 27.02.1982 – 10.5.1982’ê, bo heyama …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Robîn Şerna

Robîn Şerna di sala 1979an de li Qoserê ji dayik bûye. Zanîngeha Yuzuncuyil’a Wanê, Fakulte ya perwerdehiyê, beşa hunerên bedew qedandiye. Li gel helbestan niha xebatên wî yên li ser wêne û peykeran jî berdewam dike. Niha li Kurdistana Bakur li bajaré Mêrdînê dijî. Helbestên wî di kovarên kurdî de weke Çirûsk, Kovara W de hatine weşandin. Pirtûka helbestvên, …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !