Tahir Elçi

Jiyana Tahir Elçi

Tahir Elçi, navê wî bi kurdî wekî Tahîr Elçî jî dinivîsin, (z. 1966 li Cizîrê − m. 28’ê sermawezê 2015’an li Amedê), parêzerê kurd û serokê Baroya Amedê bû. Tahir Elçi di 28ê çiriya paşîn de li Sûra Amedê tûşî êrîşa çekdaran bû û hate kuştin.[1]

Jiyan

Li Zanîngeha Dicleyê ji beşa hiqûqê destûrdar bûye. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina li navçeya Cizîra Bakurê Kurdistanê xwend. Di sala 1991ê de ji Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Fakulteya Hiqûqê derçû. Tahir Elçî, ji sala 1998ê heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û di sala 2012an de jî weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin.

Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanê îngilîzî, almanî, tirkî û kurdî dizanî.[2]

Mirin

Roja 28’ê sermaweza 2015’an, Elçî dê daxuyaniyek derbarê Minareya Çarling a Sûra Amedê û ziyanê gihiştîn wê de bida, pevçûn û şerek çêbû û di wî şerî de hinekan guleyek berî serê wî da û ew kuşt.

Gotinên dawîn ên Tahir Elçi

Serokê Baroya Amedê di axaftina xwe ya dawî de gotiye:
Mînareya Çarling a dîrok bang li mirovahiyê dike: ‘Ji piyê min li min dan. Min gelek şer û felaket dîtîn lê min îxanetekî wisa nedîtiye’ Em dibêjin bila operasyon li vir dûr bin.” [3]

Cenazeya wî

Cenazeya wî roja 29ê Sermawezê çêbû û bi hezaran kes beşdar bûn.

Çavkanî

  1.  http://www.diclehaber.com/news/content/view/485650?from=1510667103
  2.  http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2811201514
  3.  http://www.diclehaber.com/news/content/view/485650?from=1510667103

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !