Di sala 1985’an de li gundê Tarînê yê Şemrexa Mêrdînê hatîye dinyayê. Piştî dibistana seretayî, dev ji dibistana fermî berdaye û berê xwe daye nava medreseyên Kurdan ji bo xwendin û melatîyê. Li bajarên mîna Mêrdîn, Amed, Dîlok, Êlih û Bidlîsê dom bi xwendina xwe kirîye û ya herî paşîn …
Zêdetir BixwîneJiyana İkram İşler
Di sala 1965’an de li gundê Pêrtaxê yê bi ser Erdîşa Wanê ve ji dayîk bû. İkram İşler ji Beşa Sosyolojîyê ya Peymangeha Ziman û Dîrok-Erdnîgarê ya Zankoya Enqereyê di sala 1986’an de derçû. Li zankoyê di salên 1985 û 1986’an de di damezirandina Komeleya Xwendekaran a DTCF’yê de cîyê …
Zêdetir BixwîneJiyana Şevger Hovik
Şevger Hovik (5’ê rêbendanê 1957,Gundê Kesîkê ya Bajarê Tirbespî) nivîskar, hunermend û stranbêjekî Kurd e. Ew ji bavê xwe hînê stran û helbesta bûye. Bavê wî zaroktatiya xwe bi Saîd Axa Cezrawî rê li derbas kiriye û stranê ku ji wî hînbuye ji malbat û ji gundîyan rê gotiye. Şevger Hovik di sala 1970an da bi Aramê Dîkran rê ku wê demê hatiye bajarê Tirbespî sitran gotiye û ev ji carên yekemînin ku ewî di …
Zêdetir BixwîneJiyana Mahmûd Barik
Di sala 1961’ê de li Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê Golîyê yê bi ser navenda Mêrdînê ve, dibistana amadeyî li navenda Mêrdînê xwend. Gava ku bahoza 12’ê Îlonê rabû, li Mêrdînê karmend bû. Di 18’ê Kewçêra sala derbeyê de hate destgîrkirin, di 18’ê Berfanbarê de kete Zindana …
Zêdetir BixwîneJiyana Perwaz Hisên – (Parwaz Hussein)
Perwaz Hisên (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Parwaz Hussein, bi erebî wekî Barwas Hussein jî tê naskirin; z. 16’ê çiriya pêşîn a 1988’an, li Hewlêrê, Başûrê Kurdistanê, ÎraqaFederal) stranbêjeke ciwan a kurd e ku bi dengê xwe yê xweş di werzeya duyem a bernameya televizyonê ya kanala MBC a bi navê Arab Idol (Arab Aydul) 2013 de pişkdar e û li gorî …
Zêdetir BixwîneŞahidê komkujiya Geliyê Zîlan: Her roj 200 kes dikuştin!
Komkujiya Geliyê Zîlan yek ji komkujiyên herî mezin e ku dewleta Tirk bi şêwazên hovane li dijî gelê Kurd li bakurê Kurdistanê pêk aniye. Piştî serhildana Agirî li sala 1930’ê de dişke, dewleta Tirk li Geliyê Zîlan herî kêm 15 hezar Kurd dikuje, bi dehan gundên Kurdan dişewitîne. Geliyê Zîlan …
Zêdetir BixwîneJiyana Edîb Polat
Di sala 1964’an de (bi fermî 1962’yan) li gundekî Amedê ji dayîk bûye, dibistana amadeyî û zanko li heman bajarî kuta kirîye. Demekê mamostetîya bîyolojîyê kirîye, ji ber pirtûk û nivîsên xwe gelek caran hatîye darizandin û di zindanan de maye. Ji sala 1999’an heta niha di Şarevanîya Parêzgeha Amedê …
Zêdetir BixwîneJiyana Zakaria – (Zekeriya Ebdulla)
Zakaria an jî Zekeriya Ebdulla stranbêjekî kurd e. Zekeriya Ebdulla li Hewlêrê li Kurdistanê hatiye dinê, di zaroktiya xwe de piraniya dem û heza xwe bi muzîkê re derbas kiriye. Ew di malbatekê de mezin bû ku muzîk wek hogira herî xwe ya mezin qebûl dikir. Di sala 1993ê de koçbarî Swêdê bû û dest bi karê muzîkê kir, her li …
Zêdetir BixwîneJiyana Tahir Taninha
Di sala 1978’an de li navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji dayîk bûye. Tahir Taninha Beşa Mamosteyîyê ya Peymangeha Perwerdehîyê ya Sêrtê ya Zankoya Dîcleyê kuta kirîye. Kurteçîrokên wî di kovara Çîrûsk, W û Jehrê de hatine weşandin. Di lijneya rêveberîyê ya kovara rexneyê kovara Wêje û Rexneyê de ye. Endamê damezirîner ê Kulûba Xwendinê ya …
Zêdetir BixwîneJiyana Raperîn
Raperîn (z. 30’ê berfanbarê 1985 li Wan, Bakurê Kurdistanê) muzîkvaneke kurd e ku li bajarê Îzmîrê (Tirkiye) dijî. Di sala 2011’an de bi zorahiya rêhevalên xwe dest bi muzîkê kiriye û demo ya yekem dest pê kiriyê. Strana yekem ya demo ji strana hunermend Kazım Koyuncu bi navê Hayde hate Kurdî kirin. Stran ji aliyê sedhezaran di Sosyal Medyayê de hate şirove kirin û guhdar kirin. Piştî …
Zêdetir BixwîneJiyana Roşna
Roşna hunermendeke kurd e. Roşna li Bakurê Kurdistanê li Vartoya Mûşê hatiye dinyayê. Li Izmîrê xwendiye. Wê li Navenda Çanda Mezopotamyayê dersên nota, şan û solfejê xwendin. Demekê di Koma Asmînêde jî cî girt. Ji sala 2004’an vir ve li Almanyayê dijî.Di albûma Veger a Ciwan Haco de vokalîstî kir. Roşna bêhtir bi şêwezarê Kirmanckî stranan dibêje. Albûm Vîra Kerdî (2012)
Zêdetir BixwîneJiyana Mihemedê Şerîf
Mihemedê Şerîf lawê Şerîfê Şahban bûn. Serhilderê serhildana Şêx Seîd bû. Bi navê Emer, Huseyîn, Evdila, Hewa û Fatme pênc xûşk û birayên wî hebûn. Bavkalê wan ê mezin Şah Wusiv zêdetirî 200 salan berê ji herêma Tawzê ya Dara Hênê koçî gundê Huseynîk kiriye. Piştî ku di 13’ê Sibata …
Zêdetir BixwîneJiyana Bavê Saleh
Bavê Selah di sala 1952an de li bajarokê Cindêresa bi ser Efrînê ve ji dayik bûye. Di sala 1984an de jî Koma Armanc damezrandiye. Her çiqas di hemû jiyana xwe de îşkenceyên giran jî lê hatibin kirin, wî ti carî dev ji dengbêjî û xebatên li ser çand û hûnera …
Zêdetir Bixwîne