Jiyana Zakaria

Jiyana Zakaria – (Zekeriya Ebdulla)

Zakaria an jî Zekeriya Ebdulla stranbêjekî kurd e.

Zekeriya Ebdulla li Hewlêrê li Kurdistanê hatiye dinê, di zaroktiya xwe de piraniya dem û heza xwe bi muzîkê re derbas kiriye. Ew di malbatekê de mezin bû ku muzîk wek hogira herî xwe ya mezin qebûl dikir.

Di sala 1993ê de koçbarî Swêdê bû û dest bi karê muzîkê kir, her li wir bi stranbêjîn navdêrên kurd re dest bi jenîna Kîborê kir. Di sala 1998ê de yekemîn albuma xwe “Tu Hatî” weşand û ev albuma wî bû pira wî ya ku jê ve derbasî cîhana muzîkê bû û karibû navê xwe li wir bide bihîstin.

Sala 1999ê albuma xwe ya bi navê “Bigerrêwe” weşand, piştire karên xwe pêşvetir birin û bi riya weşandina albuma “Dayê” di sala 2001ê de bêtirî milyoneka alîgirên kurd li xwe civandin. Piştî vê yekê jî berdewam pêşve çûye, bi awakî ku her dema bixwaze dikare pir alîgiran li dorên xwe bicivîne.

Sala 2002ê albuma xwe ya silverî ya bi navê “Rojgar” weşand û bala hemû alîgirên muzîka Kurdistanê kişande ser xwe. Bi riya vê albumê pir alîgirên wî li Kurdistanê çê bûn. Di vê albumê de 14 stran hene, herweha stranên “Netbinim” kire vîdeoklîpe li Stenbolê, pişti wi strana “Rojgar” û “Tunazaneke” li Amedê wênêgirt.

Baweriya Zakaria tenê bi stêrikbûyinê nehatiye û albuma “Têlînaz” jî di sala 2004ê de weşand ku bû albuma zêrîna Zakaria û li Kurdistanê sê milyon kopiyên wê hatine çapkirin. ev albûm bi aweyeka pir cwan hat amadekirin û 15 strana di nav da hene. Styla stranên vê albûm Arabesk u Pop bu. Videoklipa “Têlînaz” li Stenbolê bi alîkarîa sedan danser (semaker) hatbû çêkirin u Televizyona Tirkî’jî ev vîdeoklip weşand.

Pîştî propaganda medyayî ku Zakaria tawanbar kiribu bi bazirgan u ku Zakaria xemxura karê huneriya xwe nebû, Zakaria bi albûmeka nû bi navê “Gencî pîr” welamen wan rexnegir da. Ev albûm li 2007ê hat belavkirin. Ji 12 strana tinê strana “Gûllê” hat klipkirin li Stenbolê û Kapadokyaê. Di nav vê albûmê wekê albûma “Têlînaz” teknîkeka bilind ya deng hatibû bi kar anîn.

Albûm

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !