Jiyana Şevger Hovik

Jiyana Şevger Hovik

Şevger Hovik (5’ê rêbendanê 1957,Gundê Kesîkê ya Bajarê Tirbespî) nivîskar, hunermend û stranbêjekî Kurd e. Ew ji bavê xwe hînê stran û helbesta bûye. Bavê wî zaroktatiya xwe bi Saîd Axa Cezrawî rê li derbas kiriye û stranê ku ji wî hînbuye ji malbat û ji gundîyan rê gotiye.

Şevger Hovik di sala 1970an da bi Aramê Dîkran rê ku wê demê hatiye bajarê Tirbespî sitran gotiye û ev ji carên yekemînin ku ewî di nav gelde sitran gotiya.

Di sala 1974an da çûye Libnan û bi Mihemed Teyyîb Tahir rê stran gotiye û du staranên wî li Beyrûtê hatiye tomarkirin.

Ji sala 1973an vir de helbestên Kurdî dinivîse û heya niha nêzîkî 500 helbest nivîsîne û ev helbestana bi avayê fermî hê nehatine çapkirin. Pir hûnermenda awazên wî gotine.

Di navbera 1981 û 1988an da di Koma Narînda berpirsiyariya hunerî kiriye. Ev kom aliyê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê.

Çend Beşdarî û Berhemên Şevger Hovik

  • 1976 – Çu Urdun Oman û di Newroza Komela Selahedîn stran got.
  • 1978 – Li Şamê kasetek stranên folklorî tomar kir.
  • 1978 – Li Qamîşloyê sê stran bi Koma Palara tomarkir
  • 1979 – Cd 1 bi navê Welatê Min
  • 1981 – Cd 2 bi navê Newroza gundê min
  • 1983 – Cd 3
  • 1988 – Cd 4 bi navê Helepça Hîroşîma kurdayê. li Qamişlo tomar bû
  • 1991 – Cd 5 bi navê Elo…Elo Welat li Swêd tomar bû
  • 1996 – Cd 6 bi navê Dom nakê zilmû zor
  • 1997 – Cd 7 bi navê Yarê ..Yarê
  • 1998 – Cd 8 bi navê Ez gula xwe nadim
  • 2001 – Cd 9 bi navê Esmera Min
  • 2003 – Cd 10 bi navê Xewn u Fermêsk
  • 2005 – Cd 11 bi navê Na yarê Na
  • 2008 – Cd 12 bi navê Sheva Hicran

15 Vîdeo Klîbên wî hene (ev klîban ji aliyê kurê wî yê bi navê Şoreş hatiye çêkirin.)

Şevger Hovik zewiciye û xwedanê pênç zarokan e.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !