Mihemedê Şerîfê Huseynîkê

Jiyana Mihemedê Şerîf

Mihemedê Şerîf lawê Şerîfê Şahban bûn. Serhilderê serhildana Şêx Seîd bû.

Bi navê Emer, Huseyîn, Evdila, Hewa û Fatme pênc xûşk û birayên wî hebûn. Bavkalê wan ê mezin Şah Wusiv zêdetirî 200 salan berê ji herêma Tawzê ya Dara Hênê koçî gundê Huseynîk kiriye.

Piştî ku di 13’ê Sibata 1925’an de serhildan destpê dike ew jî cihê xwe di nav serhildanê de digire. Di 1’ê Nîsana 1925″an de Licê dîsa dikeve destê dewletê. Di vê pêvajoyê de 6.419 kes tên kuştin û 30 gund (1.284 mal) têne şewitandin

Piştî ku serhildan têk diçe, di 24’ê Cotmeha 1925’an de çend komên ku mane, bi biryara serokatiya serkaniya giştî, operasyoneke leşkerî ya berfireh li herêma Licê, Pasûr, Hezro û Farqînê tê destpêkirin. Di vê oprerasyonê de li ser soloqdayîn û îxbarên têne kirin Mihemedê Şerîf û bi dehan kesên sereke yên di serhildanê de cih girtine tênê girtin.

Berî ku Mihemedê Şerîf bê girtin, tevî birayê xwe li nav rezan çandinî dikin. Dema operasyon tê Mihemedê Şerîf di mehserê de tiriyê diesirîne û derfet nadîne ku xwe bide alî û li wir tê binçavkirin. Piştî ku wî dibin bi qasî çend rojan li Licê tê zindankirin û piştre wî û çend hevalên wî dibin li pişta Licê (Niqeba Cûmê) înfaz dikin.

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !