KURDÎ

Jiyana Abdullah Keskin

Abdullah Keskin weşangerekî kurd e. Di sala 1967an li Nisêbînê ji dayik bû. Xwendina destpêkê li Nisêbînê çêkir. Di sala 1986an li Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina beşa Turkolojiyê kir. Hîn wek xwendekarê zanîngehê de dest bi karê rojnamegerî û weşangeriyê kir. Destpêka 1992an ji bo rojnamegeriya kurdî li Stenbolê bi cî bû, di destpêkê de berpirsyarê giştî yê Welat bû. Di 1993yan de li Özgür Gündemê edîtoriya rûpelê “kultur-huner” û …

Zêdetir Bixwîne

Boranîk çawa tê çêkirin

Boranîk çawa tê çêkirin

Boranîk navê xwarineke kurdî ye. Di pêjgeha Îranê de jî navdar e. Farsî jê re dibêjin boranî. Herwiha derbasê pêjgeha balkanî û romiyan (tirk) jî bûye. Ji mast û cureyên kidakê (zebze), biharbêhn (biharat) û sîrê ye. Navê wê Zanayê farsan dibêjin, ev xwarin navê xwe ji keyê Sasanîyan Porandox (Pourandokht) digire ku wî pirr hez jê dikiriye. Poranî ango wekî Porandox, dûv re bûye boranî(k). Berkelî (bo …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Sîdar Jîr

Sîdar Jîr, di sala 1980’î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye, wergêrek û nivîskarekî kurd e. Sîdar Jîr di sala 2004’an de li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiye kuta kiriye û paşê jî li Zanîngeha Andadolûyê fakulteya Îktîsadê beşa Têkiliyên Navneteweyî xwendiye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de yekemîn fanzîna xwerû ya …

Zêdetir Bixwîne

Keledoş çawa tê çêkirin

Keledoş çawa tê çêkirin

Keledoş, keldoş xwarineke pêjgeha kurd e. Li herêmên Serhed, Botanê pirr tê xwarin. Ji koma xwarinên sîr û mastê ye. Li hin deveran cuda bin jî, ji keşkê tê çêkirin. Dahn, nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin. Ku hazir dibe nan hûrdikin û li ser nan dikin û tê xwarin. Li Serhedê ji sîr û mastê çêdikin. Berkelîna wê nan …

Zêdetir Bixwîne

Çilbir çawa tê çêkirin

Çilbir xwarineke ji pêjgeha kurd e. Çilbir û çilîbir ne yek in Du cureyên wê hene. Çilbira navdar, a bi hêk û mastê tê çêkirin e. Çilbira bi goşt û şikevayê tê çêkirin, ne çilbir lê çilîbir an çilekîbir e. Mixabin bi şaşî tên tevlîhevkirin. Gotin li ser çilbirê Çilbir xwar, hewcedarê çil û yekê nema. Çilbir xwar negot çil û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Ziryab

Abu'l Hesen 'Elî ibn Nafî anjî bi navê naskirî Ziryab (z. 789, Mûsil – m. 857, Endulus), stêrnas, erdnas, helbestvan, stranbêj û hunermendê kurd e. [1][2] Ziryab xwendekarê Îsheq Mewsilî yê kurê Îbrahîm Mewsilî bû. Piştî ku jêhatîbûna wî di muzîkê de ji ya mamosteyê wî buhurî, neçar ma ji Bexdayê veqete.[3] Wî jî berê xwe da başûrê Spanyaya îroyîn Kordobayê. Li wir melîkê mîrîtiya emewiyan a Ebdurehmanê II. Ew girte cem xwe. Bi vî awayî jîrbûna muzîkjenên kurd bi Ziryab dewam kir û tesîreke mezin li muzîka Spanyayê kir.[4] Ziryab têla 5an li ûdê zêde kir û yekem car bi pirtikekî êlo li ûdê da. Wî tesîreke mezin li muzîka spanî kir û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka Endulusî tê nasîn. Evdirrehmanê II azadiyeke mezin dabû Ziryab û Ziryab bi vê azadiyê dibistaneke muzîkê saz kir. Ziryab her weha tar û sêtar jî anîn Kordobayê û ev amûr paşê veguherî gîtara Spanyayê. Muzîk û reqsên Kurdistan û Rojhilata Navîn paşê bi tekiliya muzîk û reqsên qereçiyan veguherî flamenkoya spanî. Li gorî gelek çavkaniyan Ziryab bandora xwe her weha li mode, xwarin û mîmariya welatên nîvgirava Îberî û Ewrûpayê jî kiriye. Ziryab di sala 857an de dimire. Çavkanî Ana Ruiz, Vibrant Andalusia: The Spice of Life in Southern Spain [1] "Ziryab was a remarkable Kurdish singer..." http://www.transoxiana.com.ar/0102/kurdos.html http://www.muslimheritage.com/article/ziryab-musician-astronomer-fashion-designer-and-gastronome http://lostislamichistory.com/the-cultural-icon-of-al-andalus/

Abu’l Hesen ‘Elî ibn Nafî anjî bi navê naskirî Ziryab (z. 789, Mûsil – m. 857, Endulus), stêrnas, erdnas, helbestvan, stranbêj û hunermendê kurd e. [1][2] Ziryab xwendekarê Îsheq Mewsilî yê kurê Îbrahîm Mewsilî bû. Piştî ku jêhatîbûna wî di muzîkê de ji ya mamosteyê wî buhurî, neçar ma ji Bexdayê veqete.[3] Wî jî berê xwe da başûrê Spanyaya îroyîn Kordobayê. Li wir melîkê mîrîtiya emewiyan a Ebdurehmanê II. Ew girte cem xwe. Bi vî …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !