Kurdên cihû yan jî Cihûyên Kurdistanê navê cihûyên ku ji berê ve li herêma Kurdistanê ne. Cil û çandeya wan wek ya kurdên misilman in. Berî ku di sala 1940an de koçberiyên mezin ên hêla Îsraîlê çêbûn cihûyên Kurdistanê di nav xwe de dijiyan. Kurdên cihû girêdayî Mizraxîmê ne.
Li gorî dukarên wan, piştî ku Dewleta Bakur a Îsraîlê di 8emîn sedsala berî Îsa ji aliyê Emperatoriya Asûriyan ve hate vegirtin cihûyên pêşîn di herêma ku îro wek Kurdistan tê nasîn xwe bi cih kirine. Di 1emîn sedsala piştî Îsa dewleta Adiabene, ku paytaxta wê Hewlêr bû, cihûtiyê wek ola fermî sepand. Li gorî raporên, ku di 12emîn sedsalê de ji aliyê rêwiyên cihû Bunyaminê Tûdela û Petaxyah ben Jakob ha-Laban hatine nivêsandin, di wê demê de nêzî 100 warên cihû hebûn. Bunyaminê Tudela behsa serokekî bi navê Dawûdê Alroyi dike û dinivêse ku wî serhildaneke li hemberî şahê farisî cêkiriye da ku Kurdên cihû vegerîne Qudsê. Herwiha, li gorî raporên her du rêwiyan navenda aborî û olî Mûsil bûye. Wekî din, piştî rêwîtiya Xirîstiyanan gelek cihû xwe li Kurdistanê û Babilê bi cih kirine. Di wê demê de cihûyên Mûsilê serbixwe bûne.
Di nav salên 1590an û 1670an de serhahamê jin Asenat Barzanî jiyaye û wê perwerdeya Tewratê, Telmûdê û die Qabbalayê kiriye. Jina yekemîn a ku rêberiya Yeşiwayê kir ew bû. Wê sîfeta Tanna’îtê jî stend. Asenat Barzanî wekî din ji boy nivês û helbestên xwe yên derheqê zimanê Îbranî gelek nas e. Jina yekemîn a ku helbestên bi zimanê Îbranî nivêsand ew bû.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com