Keyaniya Kurdistanê

Keyaniya Kurdistanê

Keyaniya Kurdistanê an jî Melîketiya Kurdistanê (1922-1924) navê melîketiyekê ye ku Şêx Mehmûdê Berzencî li başûrê Kurdistanê damezrandiye.

Piştî têkçûyîn û hilweşîna împeratoriya Osmanî, pêl bi pêl gelên bindest li çareya serê xwe digerin. Tevgera ku di bin pêşengiya Berzencî de xurt kiribû, li dijî statûkoparêzî, berjewendperestî û dagirkeriya Brîtanyayê di rezbera 1922’î de îlankirina dewleta Kurdistanê dike û bo karê dewletê hikûmetekê saz dike.

Sazûmaniya vê dewletê keyanî bû û paşa jî Berzencî bi xwe bû. Tîxûbê keyaniyê dikete Kurdistana Bakûr, ango hemî başûr dadigirt.

Firokên îngilîzî, di wê demê di sale 1922´an de hêrîşî herême Kurdistanê dikin bi firokan û bi hezaran mirovan dikujin. Bi wê hêrîşê, di xwezin ku sazî û dezgehên rêveberiya kurdan û rewşa wan ya ku ew bi wê xwe li sere lingan digirin ji holê rakin. Keyitiya Kurdistanê heta salê 1924’an dima. Lê di wê deme dawiyê de jî hêrşîn firokan îngilîzan lê herême kurdistanê dibe.

Di wê herîşê de bi hezaran xalkê sivîl di ancama bombabardiman îngilîzan ya li kurdistaniyan de dibe. Heta roja me jî, ev mijar hê ne hatiye rojeve û ne ji aliyê sîyesi ne ji aliyê huquqî, ne ji aliyêî din ve li ser hatiye sekin in. Îngilîz, dixwezin ji kurdan û bi teybetî ji rêveberiya kurdan ku li gor wan tevbigiriê. Lê rêveberiya kurdan her çendî ku li gor keyitiyê kurdî jî bû, li gor kurdan û kurditiya xwe tevdigeriya. Bi vê yekê re li gor ingilizan û xwestek û berjewendên wan tevneriya.

Piştre Şêx Mahmud Berzencî, ku weke keyê û serokê wê ya. hukumete xwe didenezêne û ava dike. Li gor wê avakirinê qabîna xwe ya ku ew Kurdistanê bi rê ve bibe, ava dike. ev rûpelê dîroka kurdan hê bi tememî heta roja me jî baş û qanc ne hatiye fahm kirin. Di wê demê de di ancam hêrîşên hêzên îngilizî de ên hewayî de, heta roja me jî, ew hijmar bi tememî ne hatiye kifşkirin. Lê li gor hin gotinên ku tên gotin ku ji wê demê bi awayekî îbretî tên ser ziman, dibêjin ku “bi hezaran mirov hatina kuştin, malên herkesekê bi serê wan de hanîna xarê.”

Îngilistan, parvekirina di peymana bi Siykes-Pikos re, çawa ku hatibû parvakirin herêm, ew herêm ji bi wê peymanê, weke herêmê wê bû. Bi vê yekê re, di ancama wê peymanê de ne dixwest ku rêveberîyaka din were ser kar. Bi vê yekê, rêveberiya kurdan jî nexwest. Di wê peymanê de beşe bakûrê Kurdistanê jî, herême serhadê li paya rûsan ketibû. Lê piştî ku Yekitiya Sovyet, ava bû û piştre, êdî ew rêveberiya sovyet, ev peymana veşartî ya Siykes-Pikos derxista li holê. Lê piştre bi çend salan piştî avabûna wê re, weke ku li rûhê wê peymanê vegirehê, di bin serokfermandrariya Stalin de, herêmên bakûrê kurdistanê ên serhadê ên weke Mûş, Sêrt, Agirî û hwd, kir ku bike dest de.

Di sale 1922´an de, artêşa sovyet ket van herêmên Kurdistanê de. Îngilîz, li başûrê Kurdistanê rêveberiya kurdan ji holê rakirin û temenê wê bi hêrîşên leşkerî ên hewayî re ji holê kirin û xwestin ku ji holê rakin. Di wê demê de di konferansê li Qahîreyê de ji malbata ereb, yekî ereb ku li gor wê xwesteka wan tevdigerihê Melik Faysal, ditênina wir û li wir di bin rêveberiya ku bi destê wî avakirin, welatê Îraqê ava kirin û ew beşê Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê jî dikina nav wê Îraqê de û navê Kurdistanê nayê ser ziman. Piştî ku deklarasyona îlan Îraqê hat veşaşandin jî navê kurdan tê de çih nagirê.

Hin agahiyên derbarê Keyaniya Kurdistanê de

  • Navê artêşê: Artêşa netewî ya Kurd
  • Serokwezîr: Şêx Qadirê Hafiz
  • Wezîrê parastinê: Zekî Sahibqiran
  • Wezîrê perwerdeyê: Mistefa Paşayê Yamolkî
  • Wezîrê aboriyê: Abdulkerîm Alaka
  • Wezîrê derve û alîkarê serokwezîr: Ehmed Begê Fetah Beg
  • Wezîrê hundirîn: Şêx Mehmûd Xerîb
  • Wezîrê dadmendiyê: Hecî Mele Seîdê Kerkûkî
  • Wezîrê kargeriyê: Hema Evdilla Axa

Ji ber ku tevgera Kurd di gelek xalan de bi ya Brîtaniyan nedikir û sazûmaniya dagirkerî nedipejirand ji mêj ve Brîtaniyan êrîş birin ser dewleta Kurd û şerekê têr bi xwîn û hovane pêk hat. Balafirên brîtaniyan bajar û gundên kurdan dan ber gulebaranan. Bi dehhezaran mirovên sivîl hatin kuştin û bi hezaran kes hatin windakirin. Seranser başûr bû gola xwînê. Berzencî dîl hate girtin û birin Hindistanê.

Di tîrmeha 1924’an de hikûmeta Kurdistanê ala teslîmbûnê rakir û rê neda ku li ser daxwazên tirk, ereb û eceman brîtanî komkujiya kurdan bidomîne. Cara yekem bû ku artêşa Brîtanyayê çekên kîmyayî li dijî kurdan bi kar dianî

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !