Behlûl dibêje Harûn Reşît: “Bes zilmê û bêmafî yê bike.”
Ji ber neheqîyên Harûn Reşît, Behlûl tu carî nakene. Harûn Reşît jî dibêje: “Yê ku bibîne Behlûl bikene, tişta bixwaze ez ê bidimê.” Yekê feqîr dikeve pey Behlûl û sûkê’re derbas dibin. Diçin sûka qesaba. Behlûl dinêre ku kelaşê mihê bi lingê xwe ve hilawistiye, bizin jî bi lingê xwe ve hilawistiye. Piştî van Behlûl dikene, hetta jê tê bi dengê bilind dikene. Ê feqir jî hima direve cem Harûn Reşît û dibêje: “Min dît! Min dît! Min dît Behlûl dikenî.” Harûn Reşît dibêje: “Behlûl dikenî, tu rast dibêjî. Heger ne rast be, heger tu henekê xwe’l min bikî ez ê te bikujim.” Yê feqîr dibêje: “Na! Na, rast e. Niha li sûka qesaba ye. Li wir dikene.” Welhasil bi hev re diçin sûkê. Behlûl dibînin û diçin cem. Harûn Reşît jê dipirse: “Behlûl rast dibêjin, rast e tu kenî.” Behlûl dibêje: “Rast e ez kenîm, lê ka bêje ji ber çi tu kenî. ” Harûn Reşît dibêje: “Ka bêje, ji ber çi?” Behlûl dibêje: “Min îro li vir dît ku bizin bi lingê xwe ve, mih bi lingê xwe ve têne daleqandin. Yanî her kes bi lingê xwe ve tête daleqandin. Ez jî ji gunehê te ditirsiyam; lê piştî vê rojê ez ji gunehê te natirsim, tenê ji gunehê xwe ditirsim.”
Êdî dîsa rojekî Behlûl diçe du miha dikire ser jê dike. Tê nava bajêr, du cihên wilê qerebalix û tevlîhev de daleqîne. Rojek du roj, kî herdu mihan dibîne, pirs dike, ka ev çi ye. Dibêjin ên Behlûl in û gotiye bila tu kes wa neyne xwarê. Welhasil piştî du sê roja bêhna miha dikeve nava hemû bajarî. Êdî debar nabe. Diçin cem Harûn Reşît jê re dibêjin, Harûn Reşît dibêje: “Bila, min fêmkir. Vêca bila herkes here meydanê, ez jî bakim Behlûl. Piştî demjimêrekî Harûn Reşît û Behlûl diçine nava sûkê. Ew jî dema tên bêhvila xwe digirin ji ber bêhna mihên bêhnpêketî. Behlûl diçe ser derek bilind û dibêje: “Gelî evdên Xwedê, tê bîra we, rojekî min gotibû we herkes bi lingê xwe ve tê daleqandin. Lê min ew nerast bû, we jî bawer kiribû. Lê îro hûn dibînin heger herkes bi lingê xwe ve were daleqandin û wê bêhnê pê bikeve. Hûn va miha dibînin, bifikirin û hayidarê der û dora xwe hebin.” Piştî vê gotinê dîsa milet Behlûl teqdîr dikin. Li malên xwe belav dibin û Behlûl jî diçe mihên xwe tîne xwarê û diavêje serê sorgehkî.
Berhevkar: Rênas XENDEKÎ