Amadekar: Ayhan Erkmen
Ev çîrok serpêhatîya Fîdanê ye.Fîdan ji Quridereya Qersê ye.Fîdan bi bêmirazî û bedewîya xwe ,pîrika wê ya Hewes jî bi bedewîya xwe di heremê de têne zanîn .Min jî ev zanebûn kirîye çîrok.
…
Hin jin hene, bedewiya wan bûye çîrok û ji sedan sal e tê gotin.Ev bedewî ne bi tenê ya bejn û balê ye,ya bi hiş û xisletê ye jî.
Hewes ji wan jina yek e.Di herêma me de bedewiya wê, bin av û deng e û bi vê bedewîyê xwe, di bedewiyê de terîfek e .Niha jî, dema ku jin canikek bi bejn û bal û hiş û xisletê xwe bedew be, jê re dibêjin ,ew ji cisnê Hewesê ye.
Fîdana nebiya Hewesê jî di bedewiyê de pîrika xwe çûye.Ne bi tenê bedewa heft gundê eşîrê ,bedewa hemû herêmê ye; bejn û bala wê selwî ye,çavên wê qehweyî,birûyên wê kevanî ne.Difnê wê ziraf û nazenîn,dev û lêvên wê tênik,çena wê toptopik e.Diranên mircan diçuris in.Gerdena qerqaş tijî xal û xet e.Dema dimeşe rêwî ji rê dimînin,disekinin û bi heweskarî lê mêze dikin.
Fîdan qîza xama ye,çavên hemû xortan lê ye, xwezgîniya serî dane li ser hev, lê çavê Fîdanê tu kesî nabîne.Ew û Emerîk dilketiyên hevdu, yên heft salan e.Emerîk jî ,ji Fîdanê ne kêmtir e,ew jî xortekî bi dest û pê ye,camêr e,eshabê mêra ye.Herdu jî layiqî hevdu ne , dîn û har in ji ser hev.
Emerîk jî xwezgîniya dişîne ji Fîdanê re.Xebera malbatan ji dilê wan heye û ew jî, ji şuxila xêrê re erê dibêjin û wan dergîstî dikin .
Hêj çend mehe ku ji hev re merivtayê danîne,herdu malbat ji bo parçeyek erd pevdiçin û di pevçûne de serê bavê Emerîkê tê şikestin.Navbera herdu malbatan xerab dibe.Xêrxwaz dixwazin herdu malbatan li hev bînin.Lê mala bavê Emerîkê nayê rê û ser bûka xwe de jî, naçin nayên.Pir jî mala bavê ye, bûk dimîne di derîya de.Ji ber wê rewşê Emerîk û Fîdan pir bi ber xwe dikevin lê bê feyde ye,ji destê wan tu tişt nayê.
Di ser bûyerê re sal dewr dibe.Rojekê xeberek belav dibe,dibêjin ‘mala bavê Emerîkê ew ji gundê jêrin zewicandine, hem jî ji malbata xwîndarê mala bavê Fîdanê.Mala bavê Fîdanê ji ser vê xeberê gustilka Emerîkê şûnve dişînin,rûhê Fîdanê jî pê re. Fîdan ji xemgîniyê nexwaşîya zerika reş dikeve û roj bi roj dihele ne bejn û bala selwî dimîne ne jî çav û birûyên bedew.Xebera ku di navberê de tê û dibêjin ‘Emerîk bê dil, bi zorê dergîstî kirine’ jî ,kela dilê Fîdanê danaxe.
Lî esreke kur, bi selayê ,bi tevî hemû gundiyan Emerîk jî xebera reş dihise ‘Fîdana bextreş miriye.’ Hêj Fîdan neşûştine,nedane erdê sar,sela cardin tê xwendin.Vê carê jî dibêjin ‘Emerîkê xwe bi dar de kiriye.’Li wê roja reş, di goristana gund de, du gor tên kolandin yek li jora goristanê yek jî li jêra goristanê,herdu hezkirî,li heman rojê,li heman goristanê,bi tev û bi dûrî hev dispêrin erdê sar.