Çîroka Xanê Çengzêrîn xurşid mirzengi

Çîroka Xanê Çengzêrîn

Navê wî ji buyinê vir de Xan e. Xan, zane û xanedan e. Siwarê hespê qer, ji nêçîrê dizivire. Li ser rê rastî birrekî pez tê. Nan û şîrê xav tên bîra wî: ‘Ez ê li ba şivan dakevim..’ Li dora pez dizivire, şivan nabîne. Dinêre li palê jor, şivan pişta xwe daye qurmê dara mazî, buye berkole… Digijê pêş darê, rebenê şivan ji westandinê, ji çi, di xew de çuye. Hay ji xwe nemaya, bi dengê piyên hespê Xan jî şiyar nabe.

Xan bîrbir, dûrbîn, fama û xwediyê xiyalan e. Li ser pişta hesp, bilî ku peya bibe, li şivan temaşe dike. Şivan di xeweke pir kûr de. Ya giyana wî jê çuye an jî dê here cergebaziyê… Şivan tasa şîrdagirtî li ber xwe daniye, bilûr berwar li ser devê tasê û di xew de çuye.Heyfa Xan lê tê ku şiyar bike:

‘Gune ye, bila razê.’ dibêje.

Xan li ser pişta hespê, heya şivan şiyar nebe, dê şivaniya wî bike…Li ser pişta hesp, çavên wî li ser şivan. Li dîdariyên (îfadeyên) sînçeyê şivan temaşe dinêre. Ruyê şivan bê endîşe, li ser bişirînê ye. Lê çiqas şad e? Nayê xwndin… Xan dibîne mozekî ji pozê şivan derdiket, di devê bilûrê de ket hundir, di binî de derket, bi alî çiyayê hember de firî û di nava zuxrê zinaran de, ji ber çavan winda bû…

Xan, moz bi bînahiya gurê şevên sibatê, salîse bi salîse şopand…Xan di nava fikarran de, hew dît moza şivan zivirî, hat di binê bilûrê re derbas bû, di aliyê pifkirinê re derket, di pozê şivan de ket hundir. Bi windabûna mozê re şivan bi veciniqandin şiyar bû. Şivan li Xan nêrî:

‘’Ez benî… We ez ji xeweke şîrîn şiyar kirim…’’

‘’Xêr be birarzî, te xewn dît?’’

‘’Qet nepirse, ez benî… Çarşiyeke xweş bû… Fena çarşiya zêrfiroşan…’’

‘’Birarzî, meriv xewnên xweş bêje, di bîra meriv de dimînin… Xezîneya hişê meriv dewlemendtir dibe. Xewn û xiyal, du çiqilên darekê ne. Çika bêje, çi bû?’’

‘’Ez benî, di ser çemeke spî re, ez di pireke heftçavî re derbas bûm… Gihîştim qûntara çiya. Di qefekê de deriyekî li min vebû… Ketim hundir… Nava çarşiyekê… Çarşiyeke pir mezin, di dikanên wê de durr û lal, ji sedef û mircanên çîxanokê binê derya bigire, heya aqût û elmas, lal, di dikanên çarşiya Sêgulî de refên dikanan dagirtî… Dîwarên çarşiyê ji zêr, qehtî ji zîv… Xweliya kuçe û kolanan ji tûnc. Dikanên mezin û qicik… Ferfûrfiroş, qîz û bûkên ji welatên zêrfiroş li pişta dezgeyên mircanîn… Ez di kuçe û kolanên wê eywanê, na na wê sûkê, dikanan de geriyam, min hîn tiştekî nekirî bû, we ez şiyar kirim…’’

‘’Xewn e birarzî…’’

Sibetirê Xan çû çiya, xulxulê moz ji ber çavên wî winda bûbû. Bi pencikan pê ket… Deriyek derket. Ket hundir. Salixên şivan… Çarşiyek ferfûrî, aqût û elmast, Xanê Kurdan di nav de…Xan zivirî, berê xwe da Text û Payê şah Ebasê Safewî. Dergevanan agahî dan şah, gotin:

‘Reqîbê te yê santrancê hat.’

Şah, Xan kêzînê jor kir. Texteya kiş, (satranc) li ser maseya sedef danî. Piştî mirra şahane, Xan ji şah Ebas re got:‘

’Îro şertekî min heye, şahê min…’’

‘’Fermo bibêje, Xanê kurdan…’’

‘’Ger tu min bibî, çi wext pêwîst be, ez ê ji şahê xwe re di eniya Xoresan, hêla Afgan de bibim serbaz. Ger ez qezenc bikim, tapuyê çermê gayekî xwelî dixwazim…’’

Piştî pejirandina Şah, hesp û gergedan li hev siwar bûn, nefer û qele di nava piyan de tar û mar… Xan kiş bir ser… Ciyê revê nema bû, şah teslîm, rûçik lê sor bû…

Bi mêvanperweriya şahîn şah, Xan vegeriya. Çermê ga heft şev û heft roj ji nava avê dernanî, roja heştan deziyê çerm danî, deşt û zozan hilanî…

Şahîn şah bawîşk anî, ji jîriya Xanê Keyanî re kum danî, ‘kişa’ Xan bi bîr anî… Nikarî bibêje: ‘Bêbextiye, bazara me çerm, ne dezî ye…’

Xan, deşt û zozanên bi deziyê ga pîvayî tapû kirin. Mîr û mele anîn, dîwarê Kela Dimdim idanîn. Xanê Kurd bû Xanê Çengzêrîn. Çima?

Xurşîd Mîrzengî

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !