“Dê û bavên Momê mirine. Li ba sê birayên xwe dimîne. Momê, havînan diçe zozanan û giha kom dike. Rojekê dibîne mih daketine ber rûbar û avê vedixwin. Bi heyran û hijmekarî li wan mêze dike. Di wê kêliyê de dibîne mihek dizê û gava dizê dimire. Gava mih dimire, Momê berxika wê dixe hemêza xwe, paqij dike û şîr didê. Piştî Momê bi şîrê xwe berxikê têr dike ji wir diçe. Ji bo kes nebîne her sibeh beriya her kesî diçe û şîr dide berxikê.
Rojekê dîsa sibehê gava şîr dide berxikê, şivanek wê dibîne. Gava şivan dibîne Momê tiştekî dixe nav telîsan û vedişêre, diçe hayê kesên li zozanan pê dixe. Êdî çavê her kesî li ser Momê ye. Du birayên wê qirar didin ku wê bikujin. Lê birayê wê yê biçûk li ber wan radibe û dibêje Momê bi kî radibe û rûdinê gere pê re bizewice.
Momê ji kekê xwe yê biçûk re dibêje, ‘Min tiştek nekiriye. Heger bû û min kuştin, li ser gora min wêneyên berxeke biçûk xêz bikin. Heta Kurdistan hebe bila her kes zanibe neheqiyeke çilo li Momê hatiye kirin’. Birayê wê yê biçûk jî ji Momê re dibêje, ‘Te çi kiribe jî em ê te nekujin. Tu hez ji kê dikî tu yê pê re bizewicî’.
Momê, her tiştî ji kekê xwe re dibêje. Dibêjê, tiştek nekiriye tenê şîr daye berxikê û bi kesî re ranebûye rûneniştiye. Momê, dibêje şivan rast nabêje. Kekê wê bawer dike û nahêle Momê bê kuştin. Piştî wextekê kesek tê Momê dixwaze û dizewice.
Piştî Momê dimire, kekê wê wesiyeta wê bi cih tîne.”
Tê gotin gora Momê li herêma Oremarê ye û li ser kêlîka gora wê wêneyê berxikekê hatiye xêzkirin.