Xidirê Omerî ku ji eşîreta Omerî bu di sala 1932’yan de li gundê Hebise yê Nisêbînê hat dine. Omerî ku heta 30 saliya xwe şivantiya pez dikir, bi klamên di dema şivantiyê de diot hat nasîn.
Omerî ku bi îmkanên kêm jî qaset derzitin, piştî darbeya 12’yê Îlonê di sala 1981’an de hat girtin û li Girtîgeha Amedê rastî îşkenceyê hat. Omerî k udi klamên xwe de darbeya 12’yê Îlonê jî vegot gelek caran hat girtin û berdan. Ji ber zextan malbata Omerî mecbûr man ku koçberî Stenbolê bikin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê yek ji dengbêjên kurd ên girîng Xidirê Omerî, di sala 2017an de di encama enfeksiyona giran de jiyana xwe ji dest da. Omerî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye li ser wesiyeta wî li gundê lê hatiye dinê hatiye definkirin.