Nesrîn Omer Şêrwan bi navê Nesrîn Şêrwan jî tête naskirin. Dengbejek jin ê Kurdan e, di sala 1929an de li gundekî ji Şirnexê di malek koçer de ji dayik bûye. Ji ber aboriya xerab gelek bajar û deverên bakurê Kurdistanê digerin û herî dawî di salan 1932an de ber bi başûrê Kurdistanê ve diçe û li wir li maleke fileh mala Xerîb Powez ku ew berê naskirîbû jiyana xwe didomîne û demekê jî li mala Cemal Baban kar dike ku di vê demê de hunermendên wek Elî Merdan û Hesenê Cizîrî nas dike û bi pêşniyaza Elî Merdan di 25ê Adara 1944an de di êzgeha Radyoya Bexdayê de dest bi kar dike, li dû vê qonaxê ew stranên di temenê xwe yê piçûk û ciwaniyê de fêr bûbû dibêje her weha helbestên hin helbestvanên mîna Cegerxwîn, Şêx Selam dike stran û bi gelek hunermendên wê serdemê re wek Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa hevnasiyê dike û karê hevbeş stranên du qolî li gel wan dibêje. Nesrîn Şêrwan tevî beste û meqamên folklorî gelek berhem û awazê wê bixwe hene ku ev berhemên wê di qewanan (plaq,sêlik) de tomar kiriye. Di sala 1975an de xanenişîn dibe û ew wek gelek hunermendên wê serdemê hejar û bêkes dimîne, di serencamê de nexweş dikeve ku salên xwe yên dawîn li kuçe û kolanên Bexdayê ligel dermanên xwe derbas kir, gava di 10ê Kewçêra 1990an de li kolanên Bexdayê de diçe li ser dilovaniya xwe tevahiya mal û milkê nesrînê boxçikeke bû ku tê de bi tenê çend cil û berg reçeteyên dermanên wê hebûn.
EtîketDengbêj Nesrîn Şêrwan Dengbêj Nesrîn Şêrwan kî ye dengbejen kurdan nesrîn şervan
Lê Binêre
Jiyana Milet Mihemed
Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …