Jiyana Rojan Hazim

Jiyana Rojan Hazim

Rojan Hazim ji Hekariya gundê Elkê ye nêzîkî 25 salan e ko dem bi dem, di rojname û kovarên cuda yên kurdî de dinivîse.

Baskê nivîskariya wî fireh e: Hem li ser pirs û pirsgirêkên rewşa welat ya polîtîk bi giştî, hem jî li ser dîsa bi giştî ziman, edebiyat, folklor û kultura kurdî lêkolîn, analîz û komentaran dinivîse. Li milê dî çîrok û novelan jî dinivîse. Helbet carna ji edebiyata cîhanê jî wergeran dike.

Endamê grûba KURMANCΠya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye. Paralelî nivîskariya xwe, rojnamevaniyê jî dike.

Sala 1989an Weşanxaneya Xanî & Bateyî damezrandiye û heta niha jî edîtoriya wê dike. Ji beriya 1980ê heta niha gelek nivîs, nûçe û wergêrên wî bi navên cuda, di kovar û rojnameyên mîna Nûdem, Huner, Özgür Politika, Ek Politika, 2000´de Yeni Gündem û Hîwa de hatine weşandin. Ji 1980ê heta 1991ê jî redaktoriya rojname û kovarên Roja Gel, Bingehû Hêza Welatparêz kiriye. Herweha ji 1989an heta niha jî, lêkolîneriya rojnameya KURMANCÎ dike.

Berhem

Xebatên wî yên ko heta niha di nav weşanên »Weşanxaneya Xanî & Bateyî« û weşanxaneyên dî de hatine weşandin jî ev in:

  • Masîvanê Kal û Masiyê Sor, A. Puşkîn, (Wergêr),
  • Bilbil, H.C. Andersen, (Wergêr), (Weşanên Hans Reitzels, Danmark),
  • Zimanê Çiya, Harold Pinter, (Wergêra M. Uzun, bi redaksiyona R. H.),
  • Li ser Evdirehîm Rehmiyê Hekarî
  • Stêr, rojnameya Mîr Kamiran Bedir Xan,
  • Stran & Sang,
  • 6name,
  • Pelatînk, H.C. Andersen, (Wergêr),
  • Bîranîna Elî Kaşifpûr, Zimanê Wêneya, Kürdistan’a Sevgiler (tirkî), (Weşanên Enstîtuta Kurdî ya Brukselê),
  • Bîr û Raman, (W. E. K. ya Brukselê),
  • Krîterên Kopenhagê, (W. E. K. ya Brukselê, Kovara Koerden, îlon 2002),
  • Paşeroj, (W. E. K. ya Brukselê)
  • Devokê Hekariya.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !