Sêrt

Dîrok û Çanda Sêrtê

Navê bajar yê kevn Keert e ( bi zimanê keldanî). Di çavkaniyên îslamê de nav wek EsardSaîrd û Siirt derbas dibe. Bi kurdî jê re “Sêrt” tê gotin.

Sêrt beriya zayînê ji bo demeke kurt di bin serweriya hîtîtan de ma. Pişt re beriya zayinê di salên 2000’ê de samiyan, babîliyan û asuriyan serwerî lê kiriye. Ji bo demekê jî qralên hurî-mîtaniyan jî serwerî lê kiriye. Piştî hurî-mîtaniyan şahên urartuyan lê serwer bûne paşê careke din Sêrt ketiye bin destê asuran. Di sedsala 7’an a beriya zayînê de medan, di sedsala 6’an de persan jî serwerî lê kiriye. Di sedsala 4’an a beriya zayînê de şahê Makedonyayê Îskender farsî têk birin û piştî împeratoriya Îskender di nava fermandarên wî de parve bû Sêrt di nav sînorên dewleta seleukiyan de ma.

Partên ku wekî dewama farsan têne zanîn Sêrt careke din ji destê selevkosan girtiye. Derebegên ermenî yên ku girêdayî Îranê bûn car caran hatine heta vir û ev herêm jî girtiye bin serweriya xwe.

Di sedsala 1’ê û 2’yan a piştî zayînê de di navbera Împeratoriya Romayê û eşkaniyan de li herêmê şer pêk hatine, lê dîsa jî partan serweriya xwe ya herêmê domandiye. Di sedsala 3’yan de sasanî hatine herêmê. Di sala 395’an de piştî ku Împeratoriya Romayê bûye du parçe bakurê Kurdistanê di bin serweriya Bîzansan de ma.

Ji sedsala 11’an û pê ve ji bo demekê bîzansiyan careke din herêm zept û rept kiriye lê vê yekê zêde dem negirtiye. Sêrt di dema osmaniyan de ji bo demekê bi ser derebegên Amedê bûye. Wê demê li Bakurê Kurdistanê 24 derebeg hebûne û li gorî daneyên dîroknas didin ev derebeg di karên navxweyî de serbixwe wekî din girêdayî Împeratoriya Osmaniyan bûne.

Kronolojiya bajêr

Berî Îsa (berî zayînê)

  • 3000- 1300 serdema huriyan
  • 1300 – 800 serdema naîriyan
  • 800 – 612 serdema asûriyan
  • 612 – 550 Imperatoriya Med

Piştî Îsa (piştî zayînê)

  • 641- 700 dema ereban
  • 927 dema bîzansiyan
  • 1107 dema selçuqiyan
  • 1231 dema mongolan
  • 1514 dema osmaniyan

Erdnîgarî

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat te ye. Bilindahî ya Sêrtê ji deryayê 930m ye.

Li rojhilat bi Çolemêrg û Wanê ve, li bakûr bi Wan, Bîdlîsê ve, li başûr bi Mêrdînê ve û li rojava jî bi Batmanê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Erda herêmê 75,7% wî ji çiyan pêk tê, pîvana zozan û deshtan jî 24,3% e. Ji vî erdî 91,7% wî ji bo zîraetê bikar tê. Li herêmê tene, nîsk, tutûn, fisteq, bitim û hinar tên çandin.

Avûhewa

Li herêmê seqayeke reşayî hukum dike. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û bi şilî û şilopî derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Çend çiyayên herêma Sêrtê ew in: Herekol (2838 m), Cûdî (2114 m), Xerzan (1530 m), Mirgomar (1807 m), Çirav (2280 m).

Deşt, gelî û zozan

Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyabûna heremê kêm in, wek zozanên Berwarî, Sindî Şêrvan, Meleto, bilindbûna wan digihêjin heta 2000 m’yî. Lê ji bela ku li herêmê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî geliya Dîcle, geliya Xerza, geliya Botan û hwd.

Çem û Gol

Botan, Xerzan, Dîcle, Kêzer, Başur û Behranca çemên herî girîng in ku li herêmê diherikin. Gol li herêmê tune ne.

Babetên ajalan

Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijên pirin; eylo, baz û qajik hinek ji wan in. Kew û kerguh jî li heremê peyde dibin.

Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013)

  • Sêrt (navend) (bi tirkî, Siirt), 193.282 rûniştvan
  • Tillo (Aydınlar), 4.190
  • Hawêl (Baykan), 27.809
  • Dih (Eruh), 19.862
  • Misirc (Kurtalan), 57.419
  • Xisxêr (Pervari), 33.505
  • Şêrwan an Kufra (Şirvan), 24.045.

Tevayiya serjimariya herêmê (tevî gundan) 314.153 e.

Aborî

Sêrt di dema komarê de bûye bajar. Heta Êlih ji Sêrtê hatiye veqetandin petrola çiyayê Ramanê bandoreke erênî li ser jiyana aborî ya bajêr dikir.

Wekî din ji bo aboriya bajar mirov dikare bêje çandinî, ajalkarî û hunerên destan û demên dawî hindik jî be senayiya biçûk derdikevin pêş. Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Dewletê (bi tirkî DİE) yên sala 2001ê serê kesî hezar 111 dolar dahatuya salî heye û Sêrt di nav bajarên Tirkiyeyê de di rêza 61ê de bûye. Lê li gorî daneyên îroyîn ev rewş hê xirabtir bûye. Nifûsa bêkariyê di statîstîkên fermî de wekî ji sedî 10,7 derbas dibe. Lê li gorî daneyên ku neketine fermiyetê ev rêje ji sedî 20an zêdetir e.

Serwetên bin erdê

Li herêmê sifir, krom, asfalt, rijiya kevir û malzemên ji bo tuxla û kiremîdan ji bin erdê derdikevin.

Çand û huner

Dîn û Civak

Nifûsa herêmê ji alî dîn û civakê ve parwekirî ye. Musluman piranî ya nifûsê teşkîl dikin; xiristiyan û êzdî ji li herêmê hene. Civak ji kurd, ereb, suryanî û ji ermeniyan ve pêk tê.

Derbarê misilmana de li herêmê terîqeta neqşebendiyan ya xurt e. Tirbeya Weysel Qaranî ku li Hewêlê li gundê Bayîkan e, ne tenê ji alî mislimanên herêmê ve, lê ji pir deverên Kurdistanê jî tê ziyaretkirin.

Xwarinên herêmê

Keşkek û penîrê sîrîk xwarênên naskirî yên herêmê ne. Li herêmê li ber her xwarinê dew û şorbe tê xwarin û wexwarin. Şîraniya Rayoş meketip li herêmê di nav gel de pir tê xwarin.

Xwarinên din parîv, kutilk, girara perde, aside û îmçerket in.

Kincên herêmê

Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligek ku milê vî dirêj û nexşkirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibijin reşik tê lixwekirin.

Jinên herêmê fîstanên hevrişim yê bi rengîn ku dibiriqînên li xwe dikin. Şalwarek fireh û gorên hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigê xwe dikin.

Li heremê cilên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tê lixwekirin.

Lîstikên cîwarî

Li heremê şeyxani , govent û reşkıştanî tên dilîzîn. Ev lîstikên herêmê ji nava xwe de bilav dibin: miranî-şeyhanî, giranî, botanî, garzanî, çaçanî, hirpanî, roşkî û hwd.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !