Dr. Nûrî Dêrsimî, xweşmêr û ronakbîrekî Kurd bû. Divê her Kurd wî baş nas bike, ku ked û xebata wî ya mezin neyê jibîrkirin. Rol û berxwedana wî, bi taybetî ji bo ciwanên Kurd bibe mînak.
Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1892an da, li gundê Axzonîkê hatîye dinê. Dibistana seretayî li gundê Xozatê, ya navîn jî li Xarpêtê diqedîne. Di sala 1911an da, dest bi Zanîgeha Stenbolê beşa bijişkîyê ya ajalan dike.
Ji ciwanîya xwe da, tevî kar û xebata neteweyî dibe. Di sala 1918an da dibe endamê Komela Bilind ya Kurd, ku serokê komelê zanyarê Kurd ê gewre Seyîd Ebdilqadir ê kurê Şêx Ubeydellahê Nehrî ye. Ji bo ku gelê xwe ji bindestî û koletîyê rizgar bike, bi dilsozî dixebite. Sedem beşdarbûna wî ya di çalakîyan da tê binçavkirin. Piştî berdanê, ji Stenbolê bi rê dikeve, diçe welatê bav û kalan û li Dêrsimê bi cîh dibe.
Di sala 1921î da bi Elî Şêr ra, ji bo amadekirina serhildana Qoçgirîyê dixebite. Demek şunda tê girtin, lê bi alîkarîya Seyîd Riza serbest tê berdan. Girtin û zîndankirina wî, hêvî û bawerîya wî kêm nake, b herawayî têkoşîna xwe ya netewî berdewam dike. Di dema serhildana Dêrsimê da jî ew ek ji rêberên serhildanê yê sereke ye.
Mixabin, dema ku serhildana Dêrsimê têk diçe, ew neçar dimîne û bi deh hevalên xwe va berê xwe dide binxetê. Ji bin xetê diçe Urdinê, di sala 1940î da jî li bajarê Helebê bi cîh dibe. Kar û xebata xwe ya di warê rewşenbîrî sîyasetê da li wir didomîne.
Piştî dardakirina Seyîd Riza, dewleta Tirk ji bo kesê ku serê Nûrî Dêrsimî bîne, 4000 hezar zêrên Osmanî xelat datîne. Dema dewleta Tirk dibîhîze ku ew li Urdinê bi cîh bûye, ji hikûmeta Urdinê radestîkirina wî dixwaze, Urdin daxwaza dewleta Tirk red dike.
Di sala 1952an, pirtûka xwe ya bi navê „Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim” (Kurdistan Tarihinde Dersîm) dinivîsîne û li Helebê çap dike. Mixabin ew pirtûk ji alî rejîma Sûryê va tê qedexekirin. Di pirtûkê da komkujîya Dersimê ku, wêrankirina ji 200î zêdetir gundên Kurdan û kuşttina 15 000 hezar jin û zarok, kal û pîrejinan bi belgeyan cîh digrin.
Nûrî Dersimî mala xwe ji Kurdan ra vedike. Gelek Kurd, li Helebê û li Cizîra Rojava li mala wî û bi alîkarîya wî hînî zimanê Kurdî dibin. Ji zanebûn û ezmûna wî ya kûr sûd wergirtine. Berî koça xwe ya dawîyê, di sala 1963an da li goristana “Henan” ya nêzîkî bajarê Efrînê ji bo xwe û jina xwe, Ferîde Dêrsimî ra du goran li kêleka hev ҫêdike. Li ser kêlika xwe ew rêzên li jêr dinivîsîne.
„Li ser vê rêya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we jî rojekê
Dinya bibe gulbihar!“
Dr Nûrî Dersimî di roja 22ê Tebaxê, di sala 1973an da li Helebê koça xwe ya dawî dike û di nav refên şehîdê Kurdistanê da cîhê xwe digre.
Ew li Şêx Seîd, Elî Şêr, Seyid Riza, pêşewa Qazî Mihemed û hemû navdar û şehîdê Kurdan dibe mêvan.
Dr. Nûrî Dersîmî, di pirtûka xwe da bangewaziya xwe li keç û xortên Kurdan dike û dibêje:
“Tolhildan!..
Ji bo paqijkirina lekeya li ser namûsa Kurd;
Tolhilda!..
Ji bo kêmkirina qîrîn û hawara bi sedhezaran zarokên Kurd ên hatine singûkirin;
Tolhildan!..
Ji bo aşkirin û kêmkirina hawara keç û bûkên Kurdistanê yên ku avêtine geravan û di nava agir de hatine şewitandin;
Tolhildan!..
Ji bo bicihanîna armanca qurbaniyên ku bi qehremanî di bin sêdarê de, mirin bi dirûşma; „Bijî Kurdistana azad û serbixwe!“ pêşwazî kiriye û taca şehadetê hilgirtiye;
Tolhildan!..
Ji bo selihandina welatê mader ê wêrankirî yê bi navê Kurdistanê;
Tolhildan!..
Ji bo paqijkirina welat ji laşê gemar ê çeqel û keftarên ku li diyarê kurdan dilorin;
Tolhildan!..
Ji bo ku bidawîkirina hewte hewta kuçikên ku dikevin dû kehbika bi navê ‚Medeniyet‘ û êrîşî me dikin;
Tolhildan!… Tolhildan!.. Tolhildan!..
Bi tenê ev gotine ye, wastiyeta ku li ser cesedên şehîdên me, bi xwîn û hestirên çavan hatiye nivîsandin!..
Divê her Kurdê xwedî namûs, her mirovê ku dilê wî bi hestên kurdbûnê lê dixe, her ciwanê ku di demara canê wî de xwîna kurd, diherike vê wasiyetnameyê ji bîr neke. Heta ku wê bi cih neynî, rehet neke, bi rehetî ranezê û bixebite!
Em deyndar in, li ser riya nifşê kurd ku dîroka me ya duh bi xwîna xwe nivîsandiye bimeşin û rêwî bin li ser şopa ku wan bi xwîna xwe diyar kiriye!
Emê bi xwîna xwe asoya sor a serxwebûna kurd ronî bikin. Emê bi volkanên giyana xwe roja helesor û ronî ya rizgariya kurd biafirînin!
Çavê dîroka Cîhanê li ser me ye. Şehîdên me, çav li rê li benda me ne!
Bi hezaran qurbaniyên ku me pêşkêşî Xwedayê Azadiyê kirine, li bendê ne ku em gorekê jê re amade bikin. Li bendê ne ku em abîdeyekê ji bo bîranîna wan ava bikin !..
Ev abîde, Kurdistana azad û serbixwe ye!
Ev abîde, dewleta Kurd e, ku di nava civata neteweyan de cihê xwe yê bi rûmet û bi şeref bigire.
Em giyana şehîdên xwe bextewar bikin
Bijî Gelê Kurd ê ku xwedî qehreman û leheng, bijî Kurdistana azad û serbixwe!”
Vet. Dr. Mehmed Nûrî Dêrsimî