Jiyana Kurd Remzî

Jiyana Kurd Remzî

Kurd Remzî (1947-1998) hunermendekî kurd ji Anatoliya Navîn e.

Kurd Remzî li gundê Bazika – Mîkaîla Haymana hatîye dunê. Ji salên 1970’î şûnde nav û dengê Kurd Remzî destpêdike. Bi fermî 10 kaset tomarkirine, yên nefermî jî kes nizanin çiqas in. Piştê darbeya leşkerên li Tirkiyê Kurd Remzî jî tê girtin û paşê Kurd Remzî diçê bajarê Bursa’yê. Li salên dû wê Kurd Remzî berê xwe didê Almanyayê û çar salan li wira dimîne.

Helbestek Kurd Remzî:

Sibê rabûm, ro hilatî, buhar e

Te cîgera min jêkirî, anî xwarê

Ez li ber mala xwe bigerim

Stûyê min’î li Almanya’yê timî xwar e

Çend kilamên Kurd Remzî yên pir naskirî ev in:

  • Mala Bavê Min Birano
  • Kamyona Îzzet
  • Elî Axa
  • Lo Lo Heco
  • Zewko (bi turkî)
  • Lêylê Kin’ê
  • Dil Megirin Dil Giran e (bi zaravayê şêxbizinî)
  • Nexweşxana Ankara’ê

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !