Ehmed Mesûd: Em ê Li Dijî Talebanê Şer Bikin

Piştî çend rojên derbasbûyî Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûd diyar kir ku em ê li dijî serdestî û zilma Tevgera Talebanê bi hemû hêzên xwe yên leşkerî û siyasî li ber xwe bidin.

Di roja Sêşemê 17ê Tebaxa 2021an de Ehmed Mesûd tevger û rêxistina xwe ya “Micahidên Partîzan” da nasandin û wekî bavê xwe bo berxwedanî şerê li dijî Taliban û kevneperestiyê xwe avête “Geliyê Pênc Şêran” û sekna xwe bi awayekî fermî ragihand.

Wî di hevpeyvînekê de got ku em ê destûrê nedin ku careke din welatê me vegere rojên nexêr û tarî di ser de Taliban xelkê Efxanistanê bike êxsîrê destê xwe.

Ehmed Mesûd digel 40 hezar şervanên bi çek û cebilxanên giran xwe dane geliyê “Pênc Şêran”, û daxwaz ji xelkê kirin ku li dijî Talibanê dest bidin me da ku em şer bilind bikin û diyar kir: “Îro roja mêranî û xîretê ye û bila her kes dest bide çekê û amade be ku em bikaribin welatê xwe rizgar bikin”.

Di van rojên dawîn de rewşa Efxanistanê gelek aloz e û trajediyeke civakî lê peyda bûye û tê de metirsiyên giran tên jiyin. Gelek kes ji ber ewlehiya canê xwe dixwazin ji welat derkevin û xwe rizgar bikin.

Bernamegeh

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !