Îbrahîm Ehmed (bi tîpguherîna îngilîzî ji alfabeya erebî: Ibrahim Ahmad; z. 6’ê adara 1914’an, li Silêmaniyê – m. 8’ê nîsana 2000’î li London, Brîtanya), siyasetvan û nivîskarekî kurd bû.
Ew pêşî di PDK’ê de bû lê paşî bû yek ji damezrînerên YNK’ê.
Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê Janî Gel e. Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê Jana Gel li kurmancî jî hatiye wergerrandin[çavkanî pêwîst e].
Keça Îbrahîm Ehmedî, xanim Hêro jina serokkomarê şeşem ê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî ye.[1]
Çavkanî
- Mehmed Uzun (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Tümzamanlar, Stembol.
- ↑ (îngilîzî) Iraqi first lady survives bombing