Roza Metîna

Helbestên Roza Metîna

Roza Metîna di sala 1985’an de li gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazîyê ku girêdayî Mêrdînê ye ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Dêrika Çiyayê Mazîyê xwend. Li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê beşa Gihiştina Zarokan xwend.

1
Taceke Xapînok

vediciniqim
wekî qumriya serê xwe sipartiye eynika derizî
taceke xapînok dide serê min
duayên berê xwe ji gazinên min veduguherînin
tu dibêjî qey xemsarî cirma stûyê min e
û peşkên aveke heram dadiqurtînin
fesadiyên ji nav dev û diranên zaliman dipekin.

2

Bawîşkên Şîrherimî

nikarim biterikînim
hesûdiyên rêya bêxîretiyê
li ber bawîşkên şîrherimî dixin
gotinên nîvçe didim hev
ji ber serê xezeba bi ser zimandirêjiya min de dibare
neyarê qewmê xwe ye, tu dibêjî qey
kulîlka li ser rûyekî tirş hatiye deqandin
û hîn bi êşa xwe nehesiyaye.

3

Efsûna Qurtên Şerabê

bi tîna keldûmaneke lerzok
temenekî di nav hêsirên sar û germ de
ji min re diman
di nav lepên hewareke birîndar de
reşikên çavên te
wekî kerbeke xeniqî
bi ser min de dihat
û xeyalên ku di bin mija lêvên te de
mexel hatibûn
wekî hêviyên rûçikandî
di gewriya min de digevizîn
û bêriya raza lerizandina lêvên te dikir, efsûna qurtên şerabê…

4

Dilopên Şeraba li ser Lêvên Min
ramûsanên ku xwe spartine sebra Yezdan
bi nûra çavan disitirînin
bêhna hermelên, dilopên şeraba li ser lêvên min,
ji nezerê diparêze.

5

Ziyareteke bê Navnîşan

bêhemdî, li kevirê ziyareteke bê navnîşan diarqilin
tarîreşkên bi rehma Xwedê şa nabin
loma, sosirmeta li ser pişta histiriyeke stûxwar
qewl dike, hêsirên di kortika çavên bendewariyê de.

6
Deqa li ser Eniya Tenêtiyê

di pişt heft deriyên asê de
mîna navika li ser kevirekî tûj bê birrîn
jan didan!
guliyên qusiyayî
û deqa li ser eniya tenêtiyê.

7

Şopa Karwanên Kadizan

çipikên hêsirên
ji fîkefîka diltengiya çavên min
diherikin û xwe delalî dikin,
li benda çivîkan disekinin
yên bi ramûsanên şopa karwanên kadizan li hev tên.

8

Nêrînên Baskokirî

bi qasî pot û pertalên li ber bê dikevin
bê wate ne
gunehên tevî qewliqên xwe
li dîwaran dardekirîne
û rûyê xwe dane çolbeyara çavên qerimî
piştguh dikin, tasewasa darbestê
ya bi kerrbûna qesasan hatiye seyandin,
çend hevokên pînekirî yên bi nêrînên baskokirî
tên terbiyekirin.

9

Tilîyên Zarçepelan

min ji kîna mezelên bênav
û ji melodiya kundên belayê dixwînin
egalek ji porê xwe re çê kir
di nava tiliyên zarçepelan de
xeyalên bi per û bask nedibûn
li dû dengê xirxaleke zîvîn bi nav kir.

10
Morîka Xewê

wek sûretên li ser aveke şolî, bi parsê ketibin
bi tirs e,
nêrînên di tatêla parastina tîrêjên rojê de
di bin rehên tenêtiyê de
destmaleke bi xwîn e, hestên canfiroş
û li ser pişta gotinên çarmixkirî
bi morîka xewê dixapîne,
periyên ku latên jiyanê av didin.

11

Pêkenokên Devê Etaran

xeweke sivik e xeyalên bêhteng
ên bi xêliyeke sor
qirika rihistîn dijidîne
û bi pêkenokên devê etaran
xemsarîya neyaran, xwedî dike
teyrokên xezebveşartinê ne awirên qure
yên bi dilqê parsekan
jehra dûvpişkan ji xwe re dike paşîv
û bi delodîniya li ber surek ba dikeve
li dû kurtêlan digerin.

12

Birîna Çavên Revînok

bi şîrê qusiyayî tê paqijkirin
birîna çavên revînok ên qaqlîbazan
perdeya guhê xofa ku çaralî dibeze diqetîne
qenciya kînê li dil diedilîne
suloriyên di ezmanan de derketine
giliyê sonda bi serê miriyan hatiye xwarin dikin
eniya ji ramûsanên nîvcomayî bêpar hatiye hiştin jî
xwe diavêje bextê erzaniya
şeveke şût û tazî.

13

Şîrê Hêjîra Bejî

min bi guhekî kerr
ji çavên peykerekî kor
şîrê hêjîra bejî vedixwar
hêjîra bi siya xwe
bêbextî û newêrektiyê diparast
min quruncokên bûbûn xemla her tayekî porê te
yê ji bêhna leylankê
bi destên xwe yên terikî, kom dikir
û bi duayên pêxemberên rûyê xwe
ji umeta xwe guhertibûn
xwe ji peravê qenciya bê dilî neyarên şeraba sor
rizgar dikir.

14

Bêhna Axa Fîstanê Înannayê

bila ji efsûna tîpên Q, X, W bin
dilînên li dijî qeyd û bendan
ji ava zemzemê venexwim jî dibe
bila jiyan ji bêhna axa fîstanê Înannayê biweşe
ji bo min
biskên dayikeke ku bi pismamê xwe re zewicî be
bi bûkika çavên xwe nedim jî dibe
û bila ji şewqa bîbikên xeşîm be hemû xewn
xwe bi tîna hilmijîna te germ nekim jî dibe.

15

Xala li ser Gerdena Te

bêrîkirin wekî bêhna xwêdana ku
ji ser mijangan re diherike ser xala gerdenê ye
dema min ji xala li ser gerdena te maç kir
bizanibe min bêriya te kiriye.

16

Bazbendek Veşartî Bû

di bêrîka pînekirî de
ya di bin xeftanê bûkeke ji xêliya xwe fedî dikir de
bazbendek veşartî bû
raza di rêya qiblegeha şaş de
pişt li min dişikand.

*TILÎYA QEREQÛÇKÊ

https://www.bernamegeh.org/2019/08/08/jiyana-roza-metina/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !