SIRÛCÎ

HELBESTVANÊ BÎST SALÎ : SIRÛCÎ

Lokman Polat

Helbestvanê bîst salî Brahîm Xelîl Sirûcî helbestvanê herî ciwan ê kurd e. Bi navê ”Zivistana Dil” pirtûka wî ya helbestan heye. Pirtûk li Stenbolê di nav weşanên ” Do” de derketiye û 95 rûpel e.

Dema ez pê hesiyam ku xortekî kurd xwendevanê Unîversîteyê ye û bi kurdî gotar û helbest dinivîse, gelek keyfa min hat. Min xwest ez vî xortî nas bikim û herweha pirtûka wî ya helbestan bixwînim. Min helbestvanê ciwan ê jîr li Stenbolê dît û me hevûdu nas kir. Em bi hevre çûn serlêdana weşanxana ”Do” û weşanxanê pirtûka vî xortê jîr diyarî da min.

Helbestvanê ciwan Brahîm Xelîl Sirûcî li Sirûca Rihayê hatiye dinê. Wî li Sirucê Lîse qedand û li Unîversîteya Stenbolê xwendina xwe domand. Di hin malperên kurdî yên înternetê de û di hin kovarên kurdî yên matbû de helbest û gotarên wî hatine weşandin.

Di pirtûka wî ya helbestan de 38 helbest hene. Nivîskarê kurd ê binxetê Konê Reş ji bo pirtûka helbestan pêşgotineke nivîsiye. Pêşgotineke baş e. Xwezî nivîskarên kurd yên din jî weke Konê Reş bi dilsozî ji bo pirtûkên kurdî pêşgotin û nivîsên danasînê binivîsandana.

Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne, hevokên wê wek dantelê li hevûdu nexşandî ne. Di her peyv û hevokê de maneyên giranbiha hene. Helbestên Sirûcî bi şêweyeke pirrengîn û bi naverokeke dewlemend hatine afirandin. Ew di honandina helbestên xwe de hunera zimên pêk tîne û bi naverokeke balkêş zilm û zorê, evîn û bêrîyê û pêwîstiya azadîyê tîne zimên. 

Di helbestên Sirûcî de, dîtin raman, civak, însan, xweza û herweha gelek tişt hene. Wî li ser mindalekî biçûk nivîsiye û tovên evînê pêşkêş kiriye. Ew li hemberê dijmin qêriyaye, dengê xwe bilind kiriye. Wî trajediya gel û welatê xwe bi şêweyeke destanî rave kiriye. Dibêjin ”cenet di bin lingê diya mirov de ye.” Yanî heger mirov qîmet û rûmet bide diya xwe û qedrê wê bigre, gotina wê bîne cih, dilê wê neşkîne, diçe cenetê. Helbestvanê xort ê jîr diya xwe û dayikan ji bîr nekiriye û helbesteke pêşkêşê wan kiriye. Wî bi sernavê ”dayika kurd” jî helbesteke taybetî ji bo dayikên kurd nivîsiye.

Di pirtûka helbestan a Sirûcî de di nav rêzên helbestan de gelek îdyomên balkêş ku di nav xelkê de tê bikar anîn hene. Herwekî ”giyayê hewşê tahl e” , ”şekirê xelkê şor e” , ”weke kewê gozel, dijmin in ji qewmê xwe re”. Di nav helbestan de cih bi cih reşandina îdyoman naveroka helbestan dewlemend dike û pirrengîya wan nîşan dide.

Helbest deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstiya giyanê mirov bi hestekî tenik û nazîk heye. Ev hest xwe bi şêweya helbestê dide der. Roman, çîrok û şano herçiqas ji hevûdu cuda bin jî, li ser kokek sax didin. Helbest ji wan cuda ye. Taybetiyeke xwe heye. Gelek şikl û şêweyên helbestê hene. Naverok û armancên helbestan jî ji hevûdu cuda ne. Di helbestên Sirûcî de mirov rastê gelek şikil û şêweyên cuda tê ku ev jî zanîstiya hunerî ya helbestvan dide nîşandan. 

Kar û xebat û xizmetên malbata Bedirxan nayê jibîr kirin û divê neyê jibîr kirin. Sirûcî helbesteke jî li ser Mîr Bedirxan afirandiye û bi şêweya hîtap kirina ji wî re pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Fedakarî û canfedayiya pêşmergeyên leheng di dîroka kurd û Kurdistanê de herdem hêjayê pesnê ye. Nivîskarên kurd li ser qahramaniya/lehengiya pêşmergan roman, çîrok û gelek helbest nivîsîne û dê hêj gelek jî binivîsin. Helbestvanê jîr Sirûcî jî li ser cesaret, mêranî, mêrxasî, şerkerî û fedekariya pêşmergeyên leheng helbesteke dirêj nivîsiye. Wî qetlîama Helepçe ji bîr nekiriye û bi hestên xemgînî li ser ”Sêwiyên Helepçe” helbest nivîsiye.

Di helbestê de îmge, xeyal, sembol û herweha gelek tiştên din tên bikar anîn. Helbest xîtabê hestên mirov ên ruhî dike. Li ser mirovan gelek tesîr dike, bandor datîne. Dinya -cîhana- helbestan û cîhana rasteqîn ji hevûdu hinek cuda ne. Helbestvan di helbestên xwe de dikarin fikr û ramanên xwe, îdeolojî û siyaseta xwe, xeyal û daxwazên xwe bi zimanekî helbestkî pêşkêş bikin. Di gelek helbestên Brech û Nazim Hîkmet de ev tişt hene. Di helbestên Sirûcî de jî fikr û ramanên li doza netewî ya kurd xwedî derketin, parastina kurd û Kurdistanê, pêşkêşkirina hestên welatparêzî û evînê, parastina azadî û wekheviyê û herweha li dijê zilm û zordariya dagirkeriyê derketin heye.  

Di nav helbestan de, helbestên evînî û şadimanîyê ciheke girîng digrin. Li gor hinek şaîran, jîyana herî xweş jîyana evîn û evîndarîyê ye. Bi min jî, yê ku di dilê wan de evîn tunebe, wek nîv însan in, nîvco ne. Bê evîn lezeta jîyanê nayê tehmkirin. Mirov dema helbestên evînî û bi taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran yên evînî dixwîne, tehm û lezetek jê werdigre. Di helbestên Sirûcî de jî tehm û lezeta evînê û herweha hezkirina jiyanê heye.

Di edebiyata kurdî de saxa herî dewlemend helbest e. Helbestên klasîk ên kurdî gelek dewlemend in. Helbesta kurdî ya nûjen jî her diçe dikemile û berbi dewlemendiyê ve diçe. Binêrin heger civanekî bîst salî bi kurdî helbest dinivîse, ev nîşana pêşveçûna helbesta kurdî ye. Edebiyata/wêjeya kurdî dê bi berhemên nivîskarên kurd yên ciwan pêş bikeve dewlemend bibe.

Helbest keda mejî ye, bi sebir tê nivîsîn. Yê ku bêhnteng be, bê sebir be bila xwe nêzîkê helbestê neke. Tu tiştê ku bi kedê bê afirandin hêsan nîn e. Keda însanan pîroz e. Divê herkes ji kedê re rêz û hurmet nîşan bide. Bingeha helbestê peyv e, gotina hunerî ye. Hevok ji peyvan pêk tên. Afirandina helbestê, wek çêkirina dermanê xwezayê ye. Helbest dermanê hest û ruhê însan e. Helbest netenê bi ramanê, herweha bi hest û xeyalan tê afirandin. Lê, ev afirandin afirandina keda mejî ye. Di pêkanîna helbestê de, helbestvan ji hêla mejî ve gelek diweste. Ew ji bo ku peyvan hildibijêre, hevokan li hevûdu rêz bike, mane û reng bide helbestê, heş û mejiyê xwe dişixulîne û xeyalên xwe li ser kaxiz jîndar dike.

Di afirandina helbestê de, helbestvan hem diqehire, derd û kul û êş dikşîne, hem jî dema helbesta xwe temam dike, keyfa wî/wê tê, şad û bextiyar dibe. Dema ku peyv li pey hev dikevin rêzê, hevokên bi manedar derdikevin holê, ruhê helbestvan coş dibe. Ew ji helbesta xwe a ku temam kiriye tehm û lezet distîne. Dema min pirtûka helbestan ya Sirûcî xwend, min tê de derd û kul û êşa Sirûcî, keyf, şadî û bextiyariya Sirûcî û herweha coşiya hest û ruhê Sirûcî dît.

Herkes nabe û nikare bibe helbestvan. Helbest nivîsîn hêsan nîn e. Jê re ked û xebat, xewn û xeyal, zanîn û coşiya ruhî û îlham divê. Heger helbestvan weke dantelê helbesta xwe bi peyvên manedar û hilbijartî neqişîne, ew nabe helbest. Li gor zanîna xwe ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku helbestên di pirtûka ”Zivistana Dil” de hemû helbest in û nivîskarê pirtûkê Brahîm Xelîl Sirûcî helbestvan e, anku şaîrekî kurd e. Ez wî pîroz dikim ku bi kurdî nivîsiye û dinivîse û herweha ji edebiyata kurdî re xizmet dike.

Helbest haceteke ragihandinê ye. Di her helbestê de mesajek, anku peyamek heye. Tema û naveroka helbestan curbecur e û herweha mesaja ku dide xwendevanan jî cuda ye. Helbestvan Sirûcî bi helbestên xwe mesaj daye xwendevanên kurd. Ev ji bo xweşiya azadiyê bi van gotinên hunerî vî mesaja pirmane dide gelê kurd. Ew zane bi salanin ku kurd ji azadîyê bêpar mane. Kevok sembola azadî û aşîtiyê ye. Ew bi vê sembolê pêwîstiya xweşiya azadiyê weha tîne zimên.

Kevok

Kevoka baskşkestî

Ma azadî

Ew qasî

Bi te şêrîn e

Ku

Tu tevli wan

Perên ruçikî

Û lingê kulek

Ketiye ser

Riya wê?

Divê xwendevanên kurd pirtûka helbestên Sirûcî bi dilxweşî bixwînin.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !