AXA KURDIKÎ

HESEN Û MÊRANÎ

AXA KURDIKÎ

Li Welatê Beroj merivekî bi navê Hesen hebû. Hesen merivekî gir, xurt û qerase bû. Li wê deverê mêrekî ku bikarîba pişta wî bida erdê tunebû . Dema  xwe bi nêçîrvaniye derbas dikir. Ji sibê heta êvarê li seydê digeriya û gelek caran jî bê seyd vedigeriya malê. Her cara ku bi destê vala vedigeriya mala xwe jina wî Mekiyayê pê re pevdiçinî û digot: Mêre xelkê diherin ji bona rizqê zar û zêçê xwe dixebitin, tu jî diherî bi tiştên vala de dikevî! Qene te seydek bihanîya.

Yek ji wê yek ji wî şer gur dibû û Hesen tifing di ber guhê Mekiyayê re diteqant û digot: Tu çawa dikarî min û mêrê xelkê bidî ber hev!? Li vî welatî ez tu mêran di ser xwe re nabînim . Ka mêrekî ji min xurtir û jêhatîtir nîşanî min bide.Her wiha ev rewş bi rojan , bi mehan, bi salan dewam dike

Rojekê ji rojan dêya Mekiyayê tê serdana wê û dibîne ku guhên Mekiyayê ker bûne.

Dipirse : Keça min çi bite hatiye? Ev çi bi te hatiye, guhên te wisa ker bûne?  Mekiya serpêhatiya xwe ji serî heta dawiyê ji dêya xwe re vedibêje. 

Dêya wê dibêje : Keça min heke Hesen careke din li te wisa kir . Tu bibêje li Çiyayê Qerejdaxê Şivanê Dirêj heye. Ew ji te girtir, xurtir û mêrtir e . Û jê bigere.

Rojekê Hesenî dîsa bê seyd vedigere malê û bêhna wî jî zaf teng e. Mekiya wek her caran dîsa pê de dibêje û dibe qirecira wan. Hesenî tifinga xwe radike û di ber guhan de diteqîne û dibêje: Hene ûlan di ser min re mêr ? Tu dîsa mêrê xelkê didî ber pozê min. Bes e êdî bes.

Mekiya dibêje : De tu jî xwe mêr dihesibînî? Wa yê dibêjin li Qerejdaxê Şivanê Dirêj heye. Ew ji te girtir, xurtir, û mêrtir e.

Hesenî dibêje: Çawa tu dikarî peyvên wisa bibêjî ? Şivanê Dirêj e çi quzilkurt e? Çawa dikare jî min mêrtir bibe? Ez ê herim wî bikujim. Hingî tu yê bibîni ka kî mêr e an ne mêr e.

Hesenî wê şevê derdikeve û ber bi  Çiyayê Qerejdaxê ve diçe . Bi destê sibê re digihêje Çiyayê Qerjdaxê . Dibîne ku keriyek pez li ser bîrê mexel hatiye û şivan jî dî nav kulêv de pal daye. Hewl dide ku bi satilê avê ji bîrê bikişîne û vexwe, lê dike nake nikare satila avê ji bîrê bikişîne jor . Şivan radibe tê cem Hesen û bendê satilê ji destê Hesen digire û bi carê de kaş deke jor . Hesenî dibîne ku satila avê bi qasê beroşa kergê mezin e û şivan jî du qatê wî ye. Hesenî cara yekem e ku merivekî ewqas mezin dibîne. 

Şivan jê dipirse : Bira! Tu çi kes î , ji ku têyî kuda diçî?

Hesen dibêje : Navê min Hesen e. Ez ji Welatê Beroj  têm û dibêjin li van deran merivekî bi navê Şivanê Dirêj heye. Ez hatime wî bikujim.

Şivan dibêje: Çi zirara Şivanê Dirêj gihîştiye te, tu ji bo çi dixwazî wî bikujî?

Hesen dibêje: Ez di ser xwe re mêra naxwazim . Îca dibêjin ku Şivanê Dirêj jî mêrekî di ser pozê xwe re ye .  Ji me Herduwan yek li vê dinyayê zêde ye. Divê ez wî bikujim . Da ku di ser min re tu mêr nemînin. 

Şivan dibêje: Şivanê Dirêj  ez im . De ka were kî kê dikuje.

Û radihêlin hev û hevdû dibin û dihînin û Şivan zor Hesen dibe . Hesen dinihêre rewşa wî xirab e firsendê dibîne û ji destê Şivîn difilite û xirp û baz dide. Hesen direve û Şivanê Dirêj jî li dû. Bireve ha bireve . De de axirê xwe digihîne cotkariyekî, dibêje: Cotkariyo! Ez ketime bextê te û Xwedê. Şivanê Dirêj li pey min ê û bigihêje min wê min bikuje. Tu çi dikî bike min jê bixelisîne.

Cotkarî , Hesenî digire û dixe devê xwe û di şûna diranê xwe yê şikiyayî de ci didiyê . Piştî ku Şivanê Dirêj ji wan dibuhure diçe, Çotkarî, Hesenî ji foqa diranê xwe  derdixe û datîne erdê, dibêje : wa ye Şivanê Dirêj derbas bû çû. Êdî   rehet be. 

Hesenî , piştî ku  spasiya Cotkarî dike û gelekî dia jê re dike , dipirse: Gelo ev diranê te çi pê hatiye? Min bala xwe dayê kurm – mirm lê neketibûn . Dibê qey şikiyaye? 

Cotkarî dibêje: Erê, şikiyaye. Zemanekî ez û du hevalan  ji xebatê vedigeriyan gundê xwe ,di rê de sir û seqem û berf û  bahozek dijwar bi ser me de hat . Ji bo em neqefilin em ji xwe re li stargehekê geriyan. Me dît ku qafê (kilox) merivekî li ber zinarekî ye. Em her sê heval ketin hundurê wê qafikê bi wê sayê em ji qefilandinê xelas bûn. Piştî pûkê hê me xwe amade dikir ku em derkevin herin, me hew nihêrî ku şivanekî rahişt wê qafê ku em tê de ne û xist kevkaniya xwe û li ba kir û avêt û em tev wî qafî li erdê ketin û ev diranê min şikiya.

Hesen dibêje: Haho ! Min jî digot qey di ser min re mêr tune ne. Lê ez rastî Şivanê Dirêj hatim ku du qatî min bû, paşê ez rastî te hatim ku ez di foqa diranê te hil têm . Û tu jî dibêjî ez û du hevalan ketine hundurê hestiyê serê mirovekî û hê yekî jî ew kiriye kevkaniya xwe û avêtiye.

Hesen berê xwe dide malê û diçe malê. Ji Mekiyayê lêborîna xwe dixwaze û êdî ji wê rojê şûn de qet qala mêraniyê nake. 

Min ev çîrok ji pismamê bavê xwe  Omerê Mehmûdê Bozê guhdarî kiribû. 

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !