Di sala 01.02.1974’an de li gundê Gijalê (Varlik) ku girêdayî Cizîrî ye hatiye dinê. Bavê wî Îbrahim melayê gund bû. Heya çar saliya xwe li gundê Gijalê jiyaye, di pênc saliya xwe de bi malbatî koçî gundê Derbacya (Kurumcu) kirine. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Derbacya bi dawî dike. …
Zêdetir BixwîneBlog Layout
Jiyana Leyla Şêr
Li gundê Hedilê yê girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê ye hatiye dinyayê. Jiyana wê di nav koçberiyê de derbas bûye. Piştî ku dewlet gund û xaniyên wan talan û wêran dike koçber dibe û li gelek bajarên Anatolyayê digere, bi hesreta ax û welatê xwe diqijqije. Ew niha li bajarê Batmanê …
Zêdetir BixwîneJiyana Latif Epözdemir
Latif Epözdemir di sala 1956’an de li Sêrtê, gundê Minar hatiye dinyayê. Di sala 1974’an de li Dibistana Bilind ya Perwerdeyê, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî kuta kiriye. Piştî 6 salên mamostetiyê, di derbeya 12 Îlonê de hatiye girtin. Piştî demekê ji hepsê hatiye der, sedema ku destê girtinê li …
Zêdetir BixwîneJiyana Lal Laleş
Helbestkar, wergêr û edîtor. Di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Lal Laleş Beşa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de di komên şanoyê yên serbixwe yên her wekî Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orientê de wekî dramatûrg, rejîsor û rêveberê hunerê …
Zêdetir BixwîneJiyana Kevok Mizgîn
Di 13’ê Mijdara 1977’an de li Êlihê ji dayik bûye. Ji malbateke koçer e. Ji sala 1975’an ve jiyana koçberiyê terikandine û li Êlihê bi cih bûne. Ji sala 2008’an ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye. BERHEM: Kulîlka Evîna Bêdeng, Helbest, Weşanên Nûbihar, 2018 https://www.bernamegeh.org/2020/09/06/helbesten-kevok-mizgin/
Zêdetir BixwîneJiyana Kemal Burkay
Burkay di sala 1937’de Li Kurdistana Bakur, hêla Dêrsim, li Gundê Dirban hatiye dinê. Bavê xwe dersdarê dibistana pêşîn bû, Burkay dibistana pêşîn li cem bavê xwe, li gundên Canîg û Dirban xwend. Piştre mekteba mamosteyan xılas kır, piştî wê jî li Enqerê di zaningehê da Huqûq xwend, di sala …
Zêdetir BixwîneJiyana Kalê Qurdisî
Kalê Qurdisî, di sala 1953’an de li gundê Qurdis ku giredayî bajarê Mêrdînê ye hatiye dinê. Helbest û çîrokên wî di gelek kovaran de hatine weşandin. 46 helbestên wî ji aliyê hunermendên cuda ve bûne stran. Heya vêga yek jê roman çar jî helbest pênc pirtûkên wî çap bûne. BERHEM: …
Zêdetir BixwîneJiyana Kahraman Oğuz
Kahraman Oğuz di sala 1962’yan de li gundê Kercewsê Xiro ji dayik bûye. Perwerdahiya navîn li Êlihê diqedîne. Di sala 1980’an de li girtîgeha Amedê girtî dimîne. Li zanîngeha Mersînê beşa karsaziyê kuta dike. Ji sala 1992’yan vir ve di tekoşîna ked û demokrasiyê de dîsa di avakirina saziyan de …
Zêdetir BixwîneJiyana Janez Sar
Li Qoserê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê, zaningehê li Amadê xwend. Li Mêrdînê ser ziman û çanda Kurdî mastira xwe kir. Teza xwe li ser helbestên Qedrî Can nivîsand. Nivîsên wê her çiqasî di kovarên Kurdî yên din de cih girtibe jî, bi awayekî periyodîk …
Zêdetir BixwîneJiyana Jan Welat
Di îlona 1981’ê de li gundekî girêdayî navçeya Siwêregê ya bajarê Rihayê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li navçeya Serêkaniyê ya ser xetê dixwîne. Ji ber şert û mercên zor û zehmet yên gundîtiyê, piştî dibistana seretayî mecbûr dimîne navber bide xwendina dibistanê. Piştî 15 salan dîsa dest bi xwendina …
Zêdetir Bixwîne