Kahraman Oğuz di sala 1962’yan de li gundê Kercewsê Xiro ji dayik bûye. Perwerdahiya navîn li Êlihê diqedîne. Di sala 1980’an de li girtîgeha Amedê girtî dimîne. Li zanîngeha Mersînê beşa karsaziyê kuta dike.
Ji sala 1992’yan vir ve di tekoşîna ked û demokrasiyê de dîsa di avakirina saziyan de dixebite û demekê serokatiya şaxên sendîkayên KESK-Haber-Sen’ê dike. Xebatên xwe Li Êlih, Riha, Edene û Mersînê dimeşîne.
Demekê li Fînîkê jiyana xwe ya heyî bi mişextiyê derbas dike. Di dema karmendiyê de bi navê Azad Şîrîn di kovar û rojnameyên wekî Yurtsever Emekçiler, Nûza, Emek ve İnsan, Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Batı Akdeniz, Fînîkê de nivîs û helbestên wî hatin weşandin. Saziyên wekî İHD, KURDÎ-DER, Komeleyên 78’an xebatên curecur domandiye. Di sala 2016’an de ji doza KCK’ê tê girtin. Li girtîgeha Karamanê girtî dimîne. Di Tîrmeha 2017’an de derdikeve.Niha teqawît e û bi xebatên xwê yên edebî ve mijûl e.
BERHEM:
Du Dil Yek Evîn, Helbest, Weşanên JJ, 2016
Çavek, Bîranîn, Weşanên JJ, 2016
Jînda, Pexşan, Weşanên JJ, 2017
Can Cana, Helbest, Weşanên Artshop, 2018