Di sala 01.02.1974’an de li gundê Gijalê (Varlik) ku girêdayî Cizîrî ye hatiye dinê. Bavê wî Îbrahim melayê gund bû.
Heya çar saliya xwe li gundê Gijalê jiyaye, di pênc saliya xwe de bi malbatî koçî gundê Derbacya (Kurumcu) kirine. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Derbacya bi dawî dike. Dibistana navîn li navçeya Hezexê di dibistana bi navê YIBO’yê de qedandiye. Lîsê jî li navenda Cizîrê xwendiye.
Demeke kin karê pêşkeşvaniya radyoya Best FM’ê ya Cizîrê kiriye. Di hilbijartina sala 2009’an de wekî Endamê Meclîsa Giştî ya partiya DTP’ê tê hilbijartin. Di sala 2011’an de di operasyonên qirkirina siyasî de (li ser navê KCKê) ew û gelek kesên din tên girtin. Piştî çend salên zindanê tê berdan. Niha xebatên xwe yên edebî didomîne.
BERHEM:
Cizîr û Ceng, Helbest, Weşanên JJ, 2016