Jiyana Abidin Parıltı

Abidin Parıltı (bixwîne wekî: Abîdîn Parilti) nivîskar û çîroknivîsekî kurd e.

Abidîn Parilti di sala 1978an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Heta dest bi zaningehê bike li Nisêbînê xwendiye û paşê ji bo perwerdehiya zaningehê koçî Îzmîrê kiriye.

Ew li Îzmîrê, li zanîngeha bi navê Dokuz Eylül Üniversitesi (zanîngeha nehê rezberê) beşa drama û nivîskariyê dixwîne. Angaşta xwe li ser dengbêja da. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti yên bi kurdî û tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine weşandin.

Niha li Stenbolê di weşanên mina radikal kitap, virgül, kitaplık, gündem, esmer de dinivîsîne. Di filmê Hiner Saleem ê bi navê DOL de asîstaniya Hiner Saleem kir. Li Stenbolê dijî.

Berhemên wî

  • Dengbêjler, Sözün Yazgısı; Weşanên İthaki, 2006, Lêkolîn, Tirkî (Dengbêj, Qedera Gotinê)
  • Heveskuşu, Weşanên İthaki, 2008, Tirkî, (Teyrê Hewesê)

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !