Jiyana Avjen Argeş

Avjen Argeş, di sala 1967’an de, li navenda bajarê Amedê ji dayik bûye. Dema ku bavê wî yekem carê tembûrekê jê re distîne, hê di 12 saliya (1979) xwe de ye.

Di serî de bi beşa mûzîkê dest bi karê hunerê kiribe jî, rasterast 35 salên xwe di nava çand û hunera Kurdî de jiyaye. Di sazî û dezgehên çandî yên Kurd de, weke xebatkar, hunermend û mamosteyê mûzîkê cih girtiye û niha jî xebatên xwe didomîne.

Her çiqas di nav malbata çand û hunera Kurdî de wekî mamoste Ednan were naskirin jî, pirtûkên xwe bi navê du kurên xwe Deniz Avjen û Argeş Diljen (Avjen Argeş) diweşîne. Heta niha 3 pirtûkên wî hatine weşandin. Nivîskar, zewicandî û li bajarê Amedê dijî.

BERHEM:

Hinek Ez Hinek Tu, Helbest, Weşanên Tevn

Kenazar, Helbest, Weşanên JJ

Risteyên Veşartî, Helbest, Weşanên JJ

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !