Jiyana Aydin Orak

Aydin Orak derhêner, şanoger, wergêr û helbestvanê kurd e. Di sala 1982’yan de li Nisêbînê ku girêdayî  Mêrdînê ye hatiye dinê. Dibistana serete û ya navîn li Nisêbînê diqedîne. Di sala 2000’î de tevlî şanoya Navenda Çanda Mezopotamyayê dibe.

Di çend lîstikên cûr bi cûr de dilîze. Di rojnameyên Özgür Gündem, Azadiya Welat, Çavreş û Amigra de nivîsên li ser çand û hûnerê, bi taybetî jî nivîsên li ser şanoyê nivîsandiye. Niha di Teatra Avesta de lîstikvaniyê dike.

BERHEM:

Hestên Veşartî, Helbest, Weşanên Berçem, 2005

Kürt Tiyatrosu, Mezopotamya’da Tiyatronun Doğuşundan Modern Kürt Tiyatrosuna, Lêkolîn, Weşanên Doruk, Tirkî, 2016

Radikal Tiyatro, Lêkolîn, Weşanên Belge, 2012

Xebatên Şanogeriyê:

Prometheusê Zincîrkirî

Kar û Bêkar, Teatra Jiyana Nû

Girav, Athold Fugart

Sala Nû Hinek Zû, Teatra Jiyana Nû

Rojnivîska Dînekî, Gogol

Tu Ne Gara Yî, Aziz Nesin,

Araf, Di Navbera Du Welatan De, Cihan Şan

Mirina Zimanekî, Mehmed Uzun û Harold Pinter

Xebatên Sînemayê:

Perwane, Ahmet Soner

Lêxin Dahol, Çalsın Davullar, Ahmet Düz

Bêwijdan, Vijdansızlar, Erbay Gül

Bahoz, Kazım Öz

D, Metin Yegin

Azadiya Wenda, Kayıp Özgürlük, Umur Hozatlı

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !