Bahoz Baran (z. 1982, Licê) nivîskarekî Kurd e.
Bahoz Baran di sala 1982yan de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Licê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa perwerdehiyê xelas kiriye.
Di salên zanîngehê de xwedîtiya Kovara Tîgrîsê kiriye û di sala 2003yan de li Tîgrîsê dest bi xebatên Kurdî kiriye. Ji 2006an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî digire. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.
Berhem
- Rêzimana Kurmancî, Li gel Mîkaîl Bilbil, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008
- A Baş : Çîrok, Weşanên Belkî, 2010
- Rêzimana Kurmancî,, Weşanên Belkî, 2012
- Derb Cûre: Çîrok, Weşanên Avestayê
- Ferhenga Bişaftinê
- Motik