Barîyê Bala

Jiyana Barîyê Bala

Barîyê Bala 1937-ê salê li komara Ermenîstanê, nehîya Masîsê, gundê Demirçîyê, malbeteke Kurde adî da hatiye dinê. Bavê wî 1943-salê şerê Cihanê duda da çawa şervanekî egîd şehîd dikeve.
Dayîka wî Qaza Evdo pey mirina malxwêyê xwe 7 zarokan – 6 kur u qîzekê li telî u tengasîyê de xwey dike, malbeta Barîyê Bala gelek dijwarîyên jiyanê dîtine.

Dayka Bariyê Bala 1982-ê salê diçe ser dilovanîya xwedê Birayê Barî yê mezin – Hecî Mehmedemîn wî mezin dike. Ew mirovekî pir dîndar bûye. Barîyê Bala 1958-ê salê dibistana navîn xilaz dike û bajarê Yêrêvanê da qebûlî zanîngeha dewletêye pêdagojîyayê ya ser navê Xaçatûr Abovyan dibe, para dîrok û fîlologîya bi zimanê azerî1963-ê salê zanîngeh xelas dike.
Dibe xweyê xwendina bilind û dereca dersdarê dibistana navîn distîne. Çend salan ew dibistanên navîn da karê xweyî pêdagojîyê dimeşîne.
1970-ê salê bajarê Yêrêvanê da zanîngeha dewletêye dersdarhazirkirinê da çawa mudurê kabînêta dîrokzanîyê kar dike.
1975-ê salê nehîya Masîsê da serokê dibistana navîn, paşwextîyê eynî nehîyê da serwêrê Malhebûna gundîtîyê tê kivşkirinê.
Ew salêd dirêj nehîya Masîsê da seroke beşa perwerdê dibistanê navîn kar dike.
Şerê Qerebaxa çîya ra girêdayî 1989-ê sale ew jî tevî gelek Kurdên musulman ji Komara Ermenîstanê dertê û tê Komara Azirbêcanê.
Bajarê Bakûyê da nehîya ser navê Nerîman Nerîmanov da dîsa mufetîşê dibistanêd navîn dixebite
Pişti salên 90î ew di gel malbeta xwe derbazî paytextê Qazaxistanê yê berê Almaatayê dibe u heta niha li wêdere dijî û bi êginî tevî karê civakiyê dibe.
Bariyê Bala serokê rîspîyên saziya kurdên Qazaxistanê ye.
Ew wedê ku şagirtê dibistana navîn bû, helbestêd bona zaroka dinivîsî.
Helbesta wîye ewlin 1957-ê salê bi sernivîsara “Dayîka min” rojnama “Rya teze” da hatiye weşandinê
Ew şûnda helbestêd xwe ser mijarêd (têma) cure-cure dinivîse.
Piranîya helbestên wî rojnameya «Rya teze», «Dengê Kurd» û «Jîyana Kurd» de hatine capkirinê
Radyoyên bi zimanê Kurdî, Ûrisî, Azerî û Ermenî de hatine weşandinê.
Her wiha kovar û rojnameyên van zimanan de hatine weşandinê.
Barîyê Bala xwedanê 9 pirtûkêd neşirbûyî ye.
Pirtûka wîye yekê 1974-ê salê Komara Ermenîstanêda bi navê “Dinya min”, ya duda 1994-ê salê Komara Azêrbaycanê da bi sernivîsara “Kuda herim”, pey re pirtûken bi sernivîsara “Dîlbera min” (sala 2008an), “Dayîk” (sala 2009an) Kulîlkên neçilmisî” (sala 2011 an), “Deh bûyer” (sala 2012an )
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Hêjayî gotinê ye, guhdarên delal, her çar pirtûkên dawî li weşanxana “Zengezurê” li Qirqizistanê hatine capkirin“, pirtûkeke wî ya helbestan li Dihukê ya Herêma Kurdistanê hatîye weşandin, pirtûkek bi zimanê rûsî “Я одинокий голубь” (sala 2014 an) û dawîya sala 2015an berevoka Barîyê Bala “Zerdeştê kal” bi berpirsyartîya werger xanima Nûra Emerîk Sardaryan hatine weşandinê.
Mijarê helbestên Barîyê Bala cuda-cuda ne, lê helbestvan piranîyê helbestên xwe da hîmlî li ser mijara ser welathezî û hub û hezkirinê disêwirîne.
Em hestên wîye welatparêzyê di helbestên wî yên ser Kurdistanê da gelekî ferih û zelal dibînin.

https://krd.riataza.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !