Bedran Penaber, jidayîkbûyî sala 1985’ê ye. Li gundê Nexerê yê girêdayî Şernexa Bakurê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirine, lê ji ber sitema dewleta Tirkiyê, hêj biçûk bû bi malbatî penaberî Başûrê Kurdistanê dibe.
Li Başûrê Kurdistanê qonaxên xwedina xwe ya destpêkê diqedîne, paşê tevlî Akademiya Ziman û Dîrokê li Mexmûrê dibe û di 2006’ê de dibe derçûyî Akademiyê.
Mamoste Bedran Penaber li Zanîngeha Selahedînê xwendina Wêjeya Kurdî temam dike û aniha Birêvebirê Fakulteya Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava ye.
Di geşta xwe ya nivîskarî û wêjeyî de, Bedran Penaber li Zanîngeha Selahedînê xelateke çîrokê û yeke helbestê werdigre.
Berhemeke wî ya lêkolînî li jêr navê “Tofana Nûh” di 2010’ê de derketiye û dîwaneke wî ya helbestan jî bi navê “Êdî Mirin Ne Karê Me Ye” çap bûye…ji bilî van her du berheman, aniha du destnivîsên wî ku yek kurteçîrok e û ya din jî zimanzanî ye, ji bo çapê amade ne.
Neçe
Neçe şev narazên
Ji bêriya dengê te
Çi bela ye bi dilê te ketî
Ku tu çûyî
Wê helbest bimirin
Ez ê çi bikim
Ji goristana peyvan…
Bêhna helbesta
Ji rûyê te tê
Zeriya nû çav kildayî
Were neçe
peyvan bi dû nazya xwe nelîlîne