Perwîz Cîhanî

Jiyana Perwîz Cîhanî

Jîyan û xwandin:

Sala 1955an li gundê Belesora jêrîn ser bi bajarê Xoyê hatîye cîhanê. Dibistanên seretayî û kutayî li bajarên Xoy û Selmasê xwandîye.

Li zanistgeha Peyamê Nûr li Ûrmîyê ziman û toreya Farsî qedandîye û sala 1993 lîsansa karnasîya ziman û toreya Farsî ji wê zanistgehê vergirtîye. Salên 2002-2004- 2008- 2009, li zanistgeha Zürich ê li fakûlteya Felsefê pișka Islamwissenschaft xwandîye. Sala 2015an li zanistgeha Mardîn Artuklu bi nivîsîna têzekê li ser Leyl û Mecnûna Sewadî, lîsanas bilind vergirtîye. Kar û pîșeyên resmî: Ji salên 1975-1981, 6 salan weke mamostayê debistana seretayî li gundê Belesorê ser bi bajarê Xoyê xwandebêjî kirîye. Sala 1983-84 wek lêkolerê li ser jîyana koçerên Kurd li Sazumna Eșayirî ya Ûrmîyê da xebitîye.

Salên 1984- 88 li radiyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmîyê da weke nivîskar û bêjerên du bernameyên ferhengî xebitîye. Di gel karê radiyoyê sala 1984an di gel mamosta Hêmin Mukrîyanî li bajarê Ûrmîyê da di Intișarata Selahedîn Eyûbî da dest bi karê kirîye û di wê intișaratê da kovareke Kurdî bi navê Sirwe ku bi herdu zaraveyên Kurmancî û Soranî dihate weșandinê damezrandine. Deh salan ta sala 1995an weke cîgirê rêdaktor û berpirsê pișka kurmancî ya kovara Sirwe di Intișarata Selahedîn Eyûbî da xebitîye.

Ji sala 1999 ta 2009 li sazûmana penaberan da weke wergêr bi șêweyek neberdewam xebitîye. Çar salan ji 2013- 2016 weke mamostayê ziman û toreya Kurdî li zanistgeha Mardîn Artuklu da dersên zimanê Kurdî ji bo xwandekarên lîsans û lîsansa bilind daye.

Berhemên wî yên ku hatine weșandinê:

Tiranskirîpsîyona Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Ûrmîye Weșanên Selahedîn Eyûbî sala 1987

Tiranskirîpsîyona Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî, Weșanên Selahedîn Eyûbî sala 1987

Rênivîsa Kurdî bi herdu șêweyan, Weșanên Selahedîn Eyûbî sala 1988

Peyam, komelekurteçîrok, weșanên Bûyerên Rojhelat, „Orient Realites“ Isviçre 1997

Ax Șilêrok, helbest, weșanên Apec. Stockholm, Sweden, 1997

Alole, komelekurteçîrok, weșanên Doz, Istenbol, 2002

Hezarav, ferhengek thematîk li ser Avê, weșanên Doz, Istenbol, 2004

Bilîcan, roman, weșanên Doz, Istenbol, 2005

Mem û Zîna Xanî bi șirove û rave, weșanên Nûbihar, istenbol 2007

Wergerra çarîneyên Omerê Xeyyam, weșanên Nûbihar, Istenbol, 20015

Çîrokehelbest, ji folklora Kurdî, weșanên Wardoz, Amed, 2019

Biratîya Quling û Ruvî, berhevokek ji folklora Kurdî, weșanên Sîtav, Wan 2019

Ji bilî van pirtûkana berhemên wî weke gotar, helbest û kurteçîrokan di gelek kovarên kurdî yên cur be cur da hatine weșandinê.
Di gelek bajarên Kurdistan û yên Ewropayê da semînar li ser ziman û toreya kurdî dane û di gelek konfiransan da beșdar bûye. Rûniștîyê Bajarê Zûrich a Swîsrayê .

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !