Jiyana Berham Mîrzo

Jiyana Berham Mîrzo

Di 29’ê Reşemîya 1964’an de li gundê Qerekilîsê yê navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gund, a navîn û amadeyî li Erdîşê xwend.

Di sala 1997’an de Zankoya Eskişehirê Beşa Zanistên Civakî qedand. Bîst û pênc salan karmendî kir, piştî xanenişînîyê, di sala 2011’an de wekî endamê KCD’yê (Kongreya Civaka Demokratîk) hate hilbijartin. Helbestên wî di kovarên Dengê ZîlanêSînor û Çirûskê de û di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Wî di rojnameya herêmî Prestijê ya Wanê de stûn nivîsîne. Eleqeya wî bi felsefe, civaknasî û olê ew xiste nava lêgerana bo heqîqetê.

Ji ber komkujî, şer û polîtîkayên dewletên hegemonîk kete nava liv û tevgerê, xebata wî ya li ser “lêgerana bo heqîqetê” encam da û di Nîsana 2014’an de wekî pirtûk hate weşandin. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş, mirov dikare bibêje, dîyarîyek e bo evîndar û pakrewanên azadîyê. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Risteya Janê ji helbestên wî yên salên 90’î û yên nû pêk tê.

Berhemên wî:

Helbest:

Bi Dilketiyên Azadiyê Re Meş, Weşanên Do, 2011

Risteya Janê, Weşanên Do, 2015

Lêkolîn:

Hakikat Arayışı ve Bilgelik (Li Pey Heqîqetê û Zanayî), felsefe, sosyolojî û ol, bi Tirkî, Weşanên Do, 2014

Xelatên ku wî wergirtine:

Xelata Spasdarîyê ya Kurdî-Derê bo xebatên wî yên di warê zimanê Kurdî de

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !