Arşîvên Etîketan

Jiyana Cuwan Batû

Cuwan Batû

Cuwan Batû, li gundê Şêxê Reş, Şirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya tibbê (tendûrûstiyê) li Bulgaristanê tewa kiriye û piştre ew hatiye Swêd. Dr. Cuwan Batû li Swêdê pisportiya doktortiyê, beşê psîkiyatrî tewa kiriye. Niha wî, weke doktorê pispor, ciheke xwe yê doktoriyê li Stokholmê vekiriye û ew serbest kar dike. Berhemek (lêkolînek zanistî) wî bi swêdî di …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Hüseyin Erdem

Hüseyin Erdem

Hüseyin Erdem (tîpa ü- wekî û- ya dirêj û nermane tê xwandin), senarîst û nivîskarekî kurd e ku di 1949an de li Xolxola Çewlîgê hatiye ser dinyayê. Bi zimanên kurdî, elmanî û tirkî pirtûkên wî tên weşandin[çavkanî pêwîst e]. Ew yek ji damezrênerên PENa Kurd bû û di sala 1988an de serokatiya wê kiriye. Di sala 1991ê de xelata CIVIS Medyayê wergirtiye. Ew li …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Nedim Dağdeviren

Nedim Dağdeviren

Nedîm Dagdeviren (navê wî bi tirkî: Nedim Dağdeviren) (z. 1953 − m. 2’ê adarê, 2007)[1], helbestvanekî kurd û yek ji afirandêrên Pirtûkxaneya Kurdî ya Stokholmê bû. Jiyana wî Dagdeviren li Bismila Amedê (Bakurê Kurdistanê) di 1953’yan de ji dayik bûye. Wî perwerdehiya xwe ya seretayî û navendî û lîseyê li bajarê Erdişê kir, lê hê salên zû vegeriya bajarê Diyarbekirê ya li rex çemê Dicleyê. Piştî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Nacî Sebrî Akreyî

Nacî Sebrî Akreyî

Nacî Sebrî Akreyî (15’ê berfanbarê 1945 Akrê – 2’e pûşperê 2008 Almer/Hollanda) nivîskar û rojnamevanekî kurd bû. Jinenîgarî Akreyî di 15’ê berfanbarê 1945’a de li bajarê Akrêya Başûrê Kurdistanê cavên xwe li jiyanê vekirîne û xwendina xwe ya destpêkê û navîn li bajarê Hewlêrê bi dawîkirîne û xwendina amadeyî û zanîngehê li paytexta Îraqê Bexda xwendîye û pişka Rojnamevaniyê qezenc kiriye. Herwiha di sala 1963’a de têkilî bi Partiya Demokrata …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mehmed Nas

Mehmed Nas

Mehmed Nas nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Ew di sala 1975-an de li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê ji dayîk bûye. Xwendin û nivîsandina xwe heya dibistana lisê li Sêrtê xwendiye. Di sala 1997-an de ji zanîngeha Enedolû ya beşa Têkiliyên gel an jî beşa Civaknasiyê qedandiye. Mehmed Nas di sala 2001-ê de li ser navê şirketa Menas Organizasyon Ltd Şti li Sêrtê gelek konser û çalakiyên hunerî li dar xistiye. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Rezoyê Osê

Rezoyê Osê

Rezoyê Osê, Ebdulrazaqê Eliyê Îsayê Osê (10’ê kewçêra 1950’yî li gundê Dekşûriyê, li herêma Hesîçeyê – 4’ê adara 2010’î li Qamişlokê) nivîskar û lêkolîner e. Wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de weke Armanc û Dugir û yên din de nivîsandiye û hêjî bi pênûsa xwe ya çalak û zimanê xweyî bilind û resen dinivîse û ew ji damezrênerên kovara Stêr û Pirs e. Xwendina xwe li gundê Tenûrî kuta …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Ehmed Murşîdî

Ehmed Murşîdî

Ehmed Mûrşîdî an jî Ehmed Amîdî (z.1689 – m.1761) yek ji nivîskar, wêjevan û fîlozofekî kurd û zanyarê ola Îslamê yên ji navçeya Amedê ye.[1] Hevalbendî û şagirtiya Şêx Ebûbekirê Rihayê kiriye. Li ser zanînên ola Îslamê kolaye û gihîştiye encamên taybet.[2] Hin ji berhemên Ehmed Mûrşîdî Ehmedîyye Ûsiv û Zilêyxa Mewlûdî Nebî Vîladedî Hûmayûn Risalet penahî Pendname

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mesûd Serfiraz

Mesûd Serfiraz

Mesûd Serfiraz (z. 1987, Nisêbîn, Mêrdîn) nivîskar û lêkolînerekî kurd e. Di sala 1987an de li gundekî Nisêbînê hatiye dinê. Di sala 2009an de, li Zanîngeha Stembolê lîsansa ziman û wêjeya tirkî qedandiye. Di 2011an de li Zanîngeha Mêrdînê ya Artuklu dest bi lîsansa bilind a ziman û çanda kurdî kiriye û di 2014an de bi amadekirina teza bi navê “Di Dewra Osmaniyan …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !